Pêkhateyên Şengalê îro li dijî qeymeqam û rêveberiya berê ya Şengalê ku dibêjin, ew bûne sedema qirkirina gelê Êzidî meşeke girseyî lidarxistin û gotin, “Em naxwazin rêveberiyeke bûye sedema qirkirinê were Şengalê. Ji hikûmeta Federal a Iraqê û aliyên peywendîdar re jî dibêjin, bihêlin em bixwe xwe birêve bibin.”
Pêkhateyên Şengalê îro li dijî biryara hatina qeymeqam û meclîsa Şengalê ya berê ku ser bi PDK’ê bûn li Sinûnê meşeke girseyî lidarxistin.
Meş ji aliyê Heyeta Tifaqa Şengalê bi organîzekirina Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hate lidarxistin. Hejmareke zêde gelê Êzidî û pêkhateyên din yên Şengalê tevlî meşa Sinûnê bûn. Meş li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir. Di meşê de dirûşmên, “Bijî bijî Êzîdxan, bimre xiyanet bilind bû”. Girseya gel heya rêya sereke ya Sinûnê meşiyan û li wir daxuyaniyeke hevbeş a çapemeniyê hate dayîn.
Daxuyaniya Pêkhateyên Şengalê wiha destpê dike;
Ji Hikûmeta Federal a Iraqê û aliyên pêwendîdar re,
Herkes dizane ku gelên Şengalê ji hemû mafên xwe yên îdarî, siyasî û xizmetguzarî bêparin. Lê herkes jî dizane ku gelê Êzidî di 74 fermanan re derbas bûye. Em ji hemû alî û kesên ku dibêjin, em mafê mirovan diparêzin daxwaz dikin ku, hewl bidin yên bûne sedema kuştin û revandina bi sedan welatiyên Êzidî, li pêş çavê herkesê werin dadgehkirin.
Daxwazên sereke pêşkêşê hikûmeta Iraqê û aliyên pêwendîdar hate kirin,
1- Em ji hatina îdareya Şengalê ya berê ku bûye sedema fermana 74’an û siyaseta Barzanî ya li ser Şengalê re dibêjin, “Na”.
2-Îradeya ku îro di vê daxuyaniyê de amadene dibêjin, divê Şengal bixwe xwe birêve bibe û qebûl nakin ti kesek din temsîla gelê bike.
3-Em daxwazê ji Hikûmeta Federal û Saziyên Mafê Mirovan dikin ku yên Şengalê bixwe di Meclîsa Şengalê de cih bigirin.
4-Em bang li cihên peywendînda û rêxistinên mafê mirovan dikin ku di demeke herî zûde ev siyaset û planên li ser Şengalê bidin sekinandin û rêz bidin îradeya gelê Êzidî.