AMED – “Qedexeya derketina kolanan” û operasyona li 73 gund û mezrayên navçeya Licê di roja çeremîn didome. Li nokteyên eskerî jî kontrola nasnameyan û wesayîtan pêk tê.
Walîtiya Amedê di 7’ê mijdarê de “qedexeya derketina kolanan” li 19 gund û 54 mezrayên navçeya Licê ya Amedê ragihandibû. Qedexe û operasyona eskerî ya artêşa Tirk a dagirker jî di roja çeremîn de didome. Li asîmanên herêmê liv û tevgera helîkoptêr û maşîneyên hewayî jî pêk tê. Hat ragihandin ku yekîneyên veşartî yên eskeran li herêmê dixebitin. Li ser rêya hemû gund û mezrayan jî nokteyên eskerî hatine avakirin û nasname û wesayîtên welatiyan tên lêgerînkirin.