Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) biryara Amerîka ya li dijî pêşeng û şoreşgerên Kurd, Cemîl Bayik, Duran Kalkan û Murat Karayilan hate şermezar kirin. Bi seden welatiyên wargehê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê mamosta Sedîq Benek axivî. Sedîq Benek bal kişand li ser helwesta Amerîka ya li dijî şoregşerên Kurd û got; “Ev helwesta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hîn zelaltir diyar dike ku bi dewleta Tirkiyeyê re hem fikre. Her çiqas di aliyê cebilxane dayînê de xwe nêzî Kurdan  nîşand dide jî, lê bi vê biryara hîn baştir hate diyarkirin ku bi dewleta Tirk re di nava têkiliyên li dijî  gelê Kurd bi taybet PKK’ê ye.”

Benek wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em weke gelê Kurd tişta dikeve li ser milê me, bedelê wê çi dibe bila bibe, emê heta dawî li ber xwe bidin.”

Çalakî bi dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo,’ û ‘ Bimre xiyanet’  bi dawîbû.”