Parêzer û wasiyê Rêber Abdullah Ocalan; Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Serrdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Dozgeriyê daxwaza hevdîtinê red kir.

Parêzer û wasiyê Rêber Adbullah Ocalan “Mazlûm Dînç” ji bo biçe Îmraliyê duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Dozgeriyê daxwaza hevdîtinê bi hinceta “Li gorî Qanûna Darbarê Înfazê ya Tedbîr a Ceza û Ewlekariya Hejmara 5275’an, mafê hikûmxaran hatiye sînordarkirin” red kir.

Parêzerên Rêber Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an, Heyeta Îmraliyê ji 5’ê Nîsana 2015’an û Malbata Ocalan jî j 11’e Îlona 2016’an ve nikarin biçin bi Ocalan re hevditin bikin.