Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 3 şervanên ku li Dêrazorê û Amûdê şehîd bûbûn, eşkere kir. YPG`ê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Navbera 4 û 8’ê Mijdarê 3 rêhevalên me li Dêrezor û Amûdê di encama qezayên trafîkê de şehîd ketin.

Di şerê bi dawîkirina terorê ya ku li hember xaka dawî ya di bin dagirkeriya DAIŞ’ê ya li herêma Hecîn a ser bi Dêrazorê ve tê meşandin de, hêzên me YPG û YPJ`ê cihekî aktîf digirin. Di vê navgîna şer a dibe cîhê şerên giran de, roja 4’ê Mijdarê di encama qezayeke trafîkê de rêhevala me Ronya Nisêbîn şehîd bûn. Nasnameya rêhevala me ya şehîd wiha ye;

*****

Nasnav: Ronya Nisêbîn

Nav û Paşnav: Sultan Bulca

Navê Dayikê: Xezal

Navê Bav: Muhîttîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Mêrdîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 4’ê Mijdarê 2018

Roja 8’ê Mijdarê di encama qezayeke trafîkê ya ku li bajarê Amûdê qewimî de 2 rêhevalên me şehîd bûm. Nasnameyên her dû hevalên me yên ku şehîd ketin wiha ne;

*****

Nav û Paşnav: Elî Besrawî

Navê Dayikê: Şeha

Navê Bav: Îzedîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê / 8’ê Mijdarê 2018

*****

Nasnav: Zagros Hesekê

Nav û Paşnav: Fîraz Mihemed

Navê Dayikê: Xezal

Navê Bav: Xalid

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê / 8’ê Mijdarê 2018

Em rêhevalên xwe yên ku bi hemû hêza xwe bi têkoşînê ve hatin girêdan û ji bo azadiya gelê xwe bûn xwedî sekna herî fedakar, bi rêzdarî û minet bibîr tînin.”