Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe nerazîbuna hemberî biryara Amerîka ya li ser sê şoreşgerên Kurd zêde dibe. Bi vê boneyê îro li bajarê Hewlêr li ber derê konsolxaneya Amerîka xwepêşandanek hat li darxistin. Di xwepêşandanê de bi dehan welatî, çalakvanên civaka sivîl, mamosta û rojnameger amade bûn.
Yek ji amadekarên xwepêşandanê İdris Dîbegî daxuyaniyek a çapemeniyê xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara Amerîka ya li hemberî şoreşgerên Kurd yên PKK û KCK’ê xizmeta çeteyên DAIŞ dike.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komploya 15’ê Sibatê ya ku li hemberî Rêber Ocalan hatî kirin, rastiya dagirkeran û sîstema cîhanê ya li dijî Kurdan ispat kiriye. Ev komplo jî bi berxwedana gerîla, şervanên azadiyê û pêşmergeyên Kurdistanê hat xira kirin. Ev berxwedan û têkoşîn ji bo gelên azadî xwaz buye cihê hêviyê.
Em bang li hemû rêxistin, aliyên siyasî û gelan dikin daku li hemberî vê biryara Amerîka ya hemberî sê şoreşgerên Kurd derxistî derkevin û helwesta xwe nîşan bidin. Herwiha divê hemû partiyên siyasî bersivek tund li hemberî vê biryarê bidin û bêdeng nemînin.”