Şervanên YBŞ û YJŞ’ê bi boneya 3. salvegera azadkirina Şengalê ji destê çeteyên DAIŞ’ê axivîn û diyar kirin ku berxwedana li hember xiyanetê, Şengalê azad kir û bang li Şengaliyên li kampande hate kirin ku vegerin ser cih û warê xwe.
Çeteyên DAIŞ’ê di 3 Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêkanîn. Piştî wê Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatin avakirin. Li ser 3. salvegera azadkirina Şengalê şervan axivîn. Di pêngava azadkirina Şengalê de şervanên YBŞ û YJŞ heya dawî cihê xwe di berxwedanê de giritin. Piştî şerek giran di 13’ê Mijdara 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê ji Şengalê hatin derxistin û Şengal hat azad kirin.
Di derbarê azadkirina Şengalê de yek ji fermandarên YBŞ’ê Kendal Çiya diyar kir, ji bona gelê Êzidî zilm û komkujî rewa hat dîtin û hemû cîhan li himberî hovîtiya DAIŞ’ê bêdeng ma.
‘ Bi hêviyên şikestî jiyan dikirin’
Fermandar Kendal Çiya wiha axivî: “Komkujiyên li ser civaka me bû sedema gelek tirajediyên mezin. Di nava gelê me de baweriyek wisa pêşket ku wê carek din li Şengalê yanjî li Rojhilata Navîn Êzidî jiyan nekin. Ji bo vê bi hezaran Êzidî cih û warên xwe bi neçarî hêlan û derbazî Ewropa bûn. Ji xwe armanca êrîşan jî jihev belavkirin, parçe kirin û çi tiştekli ser navê Êzîdiyatiyê hebe were tinekirin bû.”
‘Me bi hêjmarek kêm dest bi azadkirinê kir, lê niha gihîştiye hezaran’
Fermandar Çiya di berdewama axaftina xwe de diyar kir, bi mudaxeleya tevgera azadiyê re ev pilanên ku hatibûn danîn hemû vale hat derxistin. Bi avakirina YBŞ û YJŞ di demên herî zehmet û şer giran de,ev rastî ji bo tevayî cîhanê îsbat bû. Çiya wiha berdewamî da axaftina xwe û got: ” Dema bi civakê re bû yek û li ser rêya rast têkoşîn bikî, wê tû serkeftin nebe ku tû bidest nexî. Mînaka vê ya herî berçav azadkirina Şengalê ye. Li gorî vê YBŞ û YJŞ bi hêjmarek kêm dest bi têkoşînê kir û niha ew hejmar gihîştiye hezaran şervan. Em wekî YBŞ û YJŞ carek din soz didin gelê xwe û şehîdên xwe emê gelê xwe li himberî hemû êrîşan bi parêzîn û xiyala şehîdên xwe bînin cih. Em salvegera azad kirina Şengalê pîroz dikin.”
‘ Ji bo bawerî û çanda xwe tawîz nedan’
Şervana YJŞ’ê Bêrîtan Êzîdxan jî salvegera azadkirina Şengalê pîroz kir û wiha axivî: “Em salvegera azadkirina Şengalê destpêkê li Rêber APO, hemû şehîdên xwe pîroz dikin. Beriya êrîşên DAIŞ’ê jî bi dehan caran xwestin li himberî civaka me ya Êzîdî komkujiyan pêk bînin. Lê gelê Êzidî ji bo bawerî û çanda xwe ti carî tawîz nedan.”
Bêrîtan Êzîdxan axaftina xwe wiha domand: ” Bi felsefa Rêber APO carek din gel li Şengalê serî hilda. Piştî ku me YJŞ û YBŞ avakir, em bi hêza xwe xaka xwe diparêzin. Bedelên wê çi dibe bila bibe wê carek din rê neyê dayîn komkujiyek bi vî awayî li ser gelê me were kirin û emê gelê xwe biparêzin. Şengal hertim bi komkujî û fermanan tê bibîranîn û zanîn. Lê wê ji niha û şûnde bi Egîd û Zîlanên xwe were naskirin.”
Şervana YJŞ’ê Bêrîtan Êzîdxan di dawî da got: “Gelê me bi dilniyayî dikare vegere ser xaka xwe û jiyana xwe ya berê berdewam bike. Em bi hêza xwe û îradeya xwe xaka xwe diparêzin û xwe birêve dibin. Li gorî vê em bang li gelê xwe yê ji dervey Şingalê yên ku di kampan de dimînin dikin, ji bo vegerin ser xaka xwe.”
ROJNEWS / ŞENGAL