Xwendekar û mamosteyên Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) biryara Amarîkayê ya li hemberî 3 pêşeng û şoreşgerên Tevgera Azadiya Kurdistanê, şermezar kir.
Li ser navê xwendekar û mamosteyan ji Rêveberîya Akademîya Şehîd Ferhat Kurtay Gulistan Tunç daxuyanî xwend û bibîr xist ku di cîhanê de tişta herî birûmet vîna gelan e. Gulistan Tunç destnîşan kir ku têkoşîna wan ji her demê zêdetir bilin dibe û niha gihîştine asteke wisa ku êdî divê ew bixwe qedera xwe binivîsinîn, lewre jî hêzên desthelatdar û bêrumet, hêzên ku li ser xwîna mirovatiyê dijîn ketine nava tirsê. Tunç diyar kir ku ji ber vê tirsê ye ev hêzên behsa mijarê bi şêweyên herî hov ku para xwe ji exlaq û wijadana mirovatiyê negirtine, êrîş dikin û got: “Ev êrîşa dawî jî berdewaniya Komploya Navnetewî ye. Destpêkê li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tecrîd giran kirin. Niha jî her sê rêheval û pêşengên me weke hedef nîşan didin. Ev carekî din rûreşî, bêrûmetî û bêexlaqiya hêzên destehiledar û Amerîka nîşan dide.”
Tunç bilêv kir ku pêwîste ew wekî gelê Kurd, çawa ku di hemî zor û zehmetiyan de xwedî li vîn, hebûn û Serokatiya xwe derketine, îro jî careke din xwedî li têkoşîna xwe ya azadiyê derkevin û wiha pê de çû: “Yekbûn û têkoşîna xwe bilind bikin da ku em bigihîjin serkeftinê. Tu hêzên desthiledar bila xeyalên vala nekin. Wê nikaribin îradeya me bişikînin û me têk bibin. Em yek dilin yek ruhin yek parçe ne. Hemû zarokên Kurdan, keç û xortên ciwan û mirovatiya pêşverû wê bibin Ocalan, Karayilan, Bayik û Kalkan.”
Gulistan Tûnç di dawiya Daxuyaniyêde bag li hemû gelê Kurd kir û got: “Em weke xwendevan û mamosteyên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî, di hemû kêliyên zor û zehmetiyan de, li ser piya mane. Me şeref, rumet û kerameta xwe parastiye. Serkeftin a birdoziya Rêber Apo ye, serkeftin ya gelê Kurd û hemû mirovahiyê ye.”
Daxuyani bi diruşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî tekoşîn û berxwedana PKK‘ê”, “Bimre komploger, hêzên desthiledar û DYA” bidawî bû.