Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kirin û komkujî pêkanîn. Piştî wê Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatin avakirin. Piştî şerek giran ê 11 mehan di 13’yê Mijdara 2015’an de ji aliyê hêzên HPG’ê YJA Starê û şervanên YBŞ’ê û YJŞ’ê ve hate rizgirin. Li ser 3. salvegera azadkirina Şengalê fermandarên YBŞ’ê ji ajansa Rojnews’ê re axivin.

Yek ji fermandarê YBŞ’ê Tîrêj Şengalî, 3. salvegara rizgarkirina bejarê Şengalê li tevahiya gelê Êzidî û şehîdan pîroz kir û got, “Piştî PDK’ê bi xwe Şengal di destê çetayên DAIŞ’ê de hiştin, ti hewara gelê me yê Êzidî nebû, yên ku bi hewara gelê me hatin şervanên fikrê Rêber Apo bûn. Di wê demê de me ti kes nedîtin. Di pêngavaka rizgarkirina Şengalê de jî yên ku Êzidiyan şehîdan dan, gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bûn.”

Şengalî spasiya gerîlayên HPG û YJA Starê kir û wiha pêde çû;”Bi rastî kedeke mezin a şervanên azadiyê heya. Wê ev ked ti caran neyê j bîrkirin. Em jî weke hêzekî ji fermanê hatî vakirin, timî li gel gelê xwe xwe bîn û nehêlin hewceyî ti hêzan bibin.”

Herwiha yek ji fermandarên YBŞ’ê Kurrtayî Şengalî jî di serî de rizgirkina Şengalê li gelê Şengalê pîroz kir û got; “Tiştekî ku em veşêrin nîne, li her kesî ceran xiyanet tê kirin, vê carê li Êzidxanê jî hat kirin. Bi sedan gelê me di destê DAIŞ’ê de hiştin. Ji kal û pîran bigire, heta jin û zarokan bi seden ketin destê DAIŞ’ê de. Wê gelê Êzidî yên bûn sedema vê fermanê ti caran li ser xaka xwe nepijirîne. Carekê ji Şengalê reviyan, piştî bû du car, em nahêlin bibe sê car.”

Fermandarên YBŞ’ê Kurrtayî Şengalî wiha dawî li axaftina xwe anî; “Gelê me gehişt astek ku êdî hewcedarî ti hêzên reviyayî nebe. Em ê weke YBŞ û YJŞ’ê rê nedin fermann û em ê li ser piyan bîn. Emê ji bo gelê xwe li navenda berxwedan û têkoşînê bin.”