Nerazîbunên li Başurê Kurdistanê li hemberî biryara Amerîka ya li dijî sê şoreşgerên Kurd her ku diçe zêde dibe. Bi vê boneyê îro li parka Çermo ya bajarokê Çemçemal a ser bi Silêmaniyê ve çalakiyek hat li darxistin.

Di çalakiyê de bê navber diruşmeyên ‘Nafiroşin, nafiroşin em rêveberên xwe na firoşin’ hatin avêtin. Piştî wê daxuyaniya komîteya amadekar ya çalakiyê ji aliyê Hegwird Çemçamalî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Komployên Amerîka û hevpeymanên wan yên li dijî gelê Kurd berdewam dikin. Bi van komployane dixwazin şoreşa tevgera gelê Kurd têk bibin, ev komplo berdewama komploya li dijî Rêber Ocalane. Dixwazin Kurdistanê bikin cihê pêşbaziyan. Ger gelê Kurd xwedî yek helwestê bi, wê hemu komplo vale derkevin. Ji ber ku dema ku derfetek ji bo gelê Kurd ava dibe, hemu dagirker êrîşê Kurdan dikin.

Lê Kurdan bi berxwedana Qendîl, Şengal, Rojavayê Kurdistan û Kerkukê bi hêza gerîla û pêşmergeyan serkeftinên mezin bi destxistin û karî xwe bi parêzin.”

Herî dawî di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Ew wek welatiyên Çemçemal xiyanetê li şoreşgerên xwe nakin, ger dixwazin rêveberên gelê Kurd bigrin bila werin me hemuyan bigrin.”