Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 14ê Mijdar 2018 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….

&- Rayedarên dewleta Tirk, îro jî serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.

&- Hêzên Gerîlla li herêma Gabarê darbeyên giran li Artêşa Tirk a dagiker da û di encama çalakiyan de 7 leşker hatin kuştin

&- Qirkirina siyasî bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

&-Kurdan li Rûsya û Kanadayê biryara Amerîkayê şermezar kirin

&- Platforma Zimanê encamnameya civîna dawî ji raya giştî re eşkere kir û got: Divê ji îro û pêve gelê me, sazîyên sivil, rewşenbîr, medya û partiyên sîyasî li her qada jiyanê bi zimanê Kurdî biaxivin û bikarbînin.