Kurdistani û dostên wan li pêşiya Konsolosxaneya DYE’yê ya li bararê Zurîhê ya Swîsreyê hatin ba hev û biryara DYE’yê ya li dijî rêveberên KCK-PKK’ê protesto kirin. Di çalakiyê de pankarta ‘PKK gel e, gel li vir e’ hate vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mûrat Karayilan, Cemîl Bayik û Dûran Kalkan hate hildan.
Piştî xwendina belavokan, çalakî bi sloganan bi dawî bû.
BERN
Li bajarê Bernê yê Swîsreyê jî li pêşiya Sefaretxaneya DYE’yê biryara DYE’yê ya li dijî 3 rêveberên PKK’ê û tecrîd hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de bi Elmanî belavok hate xwendin. Hevberdekê HDK-Ewrûpayê Demîr Çelîk di çalakiyê de axivî û diyar kir ku li hemberî van polîtîkayên qirêj heta ku Rêbertiya wan azad bibe û Kurdistana Azad were avakirin, ew ê li qadan bin.
Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê jî çelengeke reş dan peywirdarên konsolosxaneyê.
Çalakiya bi kon a Tevgera Ciwanên Şoreşger a ku 3 roj in li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî didome jî, îro hate bidawîkirin.