Bi rasthatina Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan û bi armanca şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li dijî gelên herêmê de, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya der heqê her sê avaker û pêşengên Partiya Karkerên Kurdistanê Komîteya Jin a Perwerdeya Civaka Demokratîk meşek orgenîze kir. Bi sedan mamosteyên Kantona Qamişlo tev li meşê bûn.

Meşvanan pankartên ‘Jin ji bo Efrînê serî hildin, Bê serok jiyan nabe, Bi hêza jina rêxistinkirî em ê faşîzmê bişkînin û azadiyê bi dest bixin’ vekiribûn.

Meş li ber navenda Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a li taxa Enteriyê destpê kir.  Meşvanan siloganên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina tecrîdê berz kirin. Meş li qada paş navenda komîteyê rawestî û veguherî mitingê..

Paşê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk daxuyanî bi her du zimanên Kurdî û Erebî dan û ji hêla mamoste Gulê Hesen û Wîsal El-Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de tundiya li ser jinan û tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha bêdengiya navdewletî ya ji binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser gelê Rojava û Bakurê Sûriyê hate şermezarkirin.

Her wiha hata gotin ku dewleta Tirk kevir berî dar, zarok û kal û pîran dike hedef. Her wiha guhertina demgrafiya herêmî li Efrînê didomîne.

Di daxuyaniya mamosteyan de bûyera dîroka 25‘ê Mijdara 1960‘î de hate bi bîrxistin û hate destnîşankirin ku hersê xuşkên Meripal li herêma Domînîkayê li hemberî  zulma li ser jinên kedkar sekinîn.

Di daxuyaniyê de her wiha biryara DYA’yê ya der heqê pêşengên têkoşîna gelên bindest Cemîl Bayîk, Murad Karaylan û Dûran Kalkan de hate şermezarkirin û wiha hate bidawîkirin: “Em weke mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk soz didin hemû şehîdên azadiyê weke Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barîn Kobanê em ê riya şehîdan a azadiyê û têkoşînê bidomînin.’