Li Laosê ya ku bi komunîzmê tê birêvbirin, ajansa malperan a fermî diyar kir ku li eyaleta Attapeûyê li nêzî sînorê Wîetnamê bendavek hilweşiyaye û pêşiya 5 milyar metrekup av vebûye. Hate ragihandin ku gelek kes mirine û bi sedan kes jî winda bûne.
Ajansa nûçeyan diyar kir ku gelek mal jî hilweşiyane. Li Laosê a niha bi dehan bendav tên avakirin û enerjiya van bendavan îxracî Tayland û welatên din tê kirin.
Bi salan e, rêxistinên ekolojiyê têkildarî bendavên li Laosê fikarên xwe radigihînin. Bi taybetî jî li ser bendavên li ser Mekongê gelek fikar tên kirin.
Bendava eyaleta Attapeûyê ya ku maliyeta wê ji milyarek dolaran zêdetir e, ji sala 2013’an ve hê tê avakirin.