Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 15ê Mijdar 2018 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çendsernûçeyên me….
&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, îro, 805emîn car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbînin.
&- Wezîrê Dadê, Abdulhamîd Gul, piştî 2 mehan bersiv da pêşnûmepirsa parlamenterê HDPê Omer Ocalan û pirsname red kir.
&- Fermandariya Sewk û Îdarê ya Herêmên Parastina Medya, diyar ki Artêşa Tirk a dagirker ku darbeyên giran dixwe, serî li nûçeyên derew dide.
&- Hêzên Gerîlla, li navçeya Colemêrg Çelê, li dijî leşkerên artêşa dagirker çalakî pêkanî, 4 leşker hatin kuştin.
&- Hêzên Aartêşa Tirk ya dagirker, doh bi şev, li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, herêma Bagokê operasyon da dest pê kirin.
&- Li Başûrê Kurdistanê, li herêma Metînan, di encama bomberdimana balafirên şer ên Artêşa Tirk a dagirker de, 3 sîvîl hatin kuştin.
&- Li bajarê Başûrê Kurdistan Dihokê, girseeyek qerebalix biryara Emerîka ya li dijî 3 Pêşengên Haraketa Azadiya Kurd, çalekî pêkanîn û biryar şermezar kirin.