Bi hezaran şêniyên Kobanê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navdewletî meşek li dar xist. Gelê Kobanê bi yek dengî got “Na ji biryara Amerîkayê li dijî pêşengên tevgera rizgariya Kurdistanê re.”

Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Di mitîngê de dirûşmeyên “Êrîşên li ser Kobanê êrîşên li ser mirovahiyê ne”, “Êrîşên li ser Kobanê vejandina çeteyên DAIŞ`ê ye” û “Na ji bêdengiya navdewletî re” hatin birêzkirin.

Di mitîngê de wêneyên zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser gundê Til Finder ê rojavayê Girê Spî de şehîd bûbû, hatin hildan.

Di mitîngê ji aliyê hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto û yek ji rêveberên Kongreya Star Almaz Romî ve axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser Kobanê û Girê Spî û qetilkirina zaroka bi navê Sara Mistefa (6) hatin şermezarkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku armanca êrîşên dewleta Tirk ew e ku projeya demokrtîk têk bibe û tevliheviyê di navbera gelê herêmê de çêke û hate diyarkirin ku armanca artêşa Tirk a dagirker ku çeteyên DAIŞ`ê careke din vejîne.

Dewleta Tirk a dagirker di dawiya meha Cotmehê de êrîşî herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybet kantona Kobanê û Girê Spî kir. Di encama wê de zerarên madî di mal û milkên welatiyan de çêbûn, her wiha du endamên hêzên Erka Xweparastinê û zaroka bi navê Sara Rifet Mistefa şehîd bûn.

Di axaftinan de hate teqezkirin ku kombûna gelê herêmê nameya îsrarkirina berdewamkirina têkoşînê li dijî hemû projeyên dagirkeran dide.

Her wiha biryara Amerîkayê li dijî her sê pêşengên tevgera rizgariyê ya Kurdistanê şermezar kirin.