Welatiyê navçeya Qeledizê ya îdareya Raperîn ya bajarê Hewlêrê li dijî tecrîta girankirî ya li ser Rêber Abdulah Ocalan ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê meşandin nerazîbûnên xwe anîn ziman.
Welatiyê bi navê Sabîr Ebdula nerazîbûnê xwe li hember tecrida girankirî ya li ser Ocalan anî ziman û wiha got: “Ev demek dirêje agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Ew welatên ku propagandaya mafê mirov û demokarasiyê dikin çima deng jiwan nayê? Ev tecrîaa girankirî ne tenê li ser Ocalane belku li ser tevahi gelê Kurdan tê meşandin.”
Sabîr Ebdula diyar kir ku dewleta Tirk herdem pêşengê kurdan digre û got ku dewleta Tirk herdem çalekvan û pêşengên Kurdan binçav dikin. Ev yek jî berdewama komploya ku li ser Ocalan pêk hatiye.
Welatiya bi nave Rehman Hisên têklidarî heman mijarê wiha axivî: “Her cihê ku Kurdek lêbe pêwîste bi rihê şoreşgerî ji bo azadiya Ocalan serhildanê bike û dakeve qada û tecrîdê şermezar bikin. Ji derveyî tecrîta li ser Rêber APO, dewelat Tirk dest bi girtin û dagirkeriya siyasetmedar û xaka Kurdistanê kiriye. Pêwîste gelê Başûr li hember vê tecrîda li ser Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nemîne.”
Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan piştî komploya navnetewî dîl hat girtin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Ocalan ev zêdetirî 19 sale di girava Îmraliyê de dîl tê girtin. Ji 2011’an ve hevdîtin bi parêzerên xwere ne kiriye. Di 2015’an de tenê carekê û di 11 Îlona 2016’an de birayê Ocalan, Mihemed Ocalan çûye gireva Îmralî hevditin kiriye.