Li bajarê Silêmanî bazara Mecîd Beg ku dikeve ser cadeya Pîremêrd nêzîkî 10-15 dikanên ku alavên muzîkê yên cûr bi cûr tê de tên firotin hene.

Dema mirov di nava cadeya Pîremêrd de diçe, dikanên firotina amêrên muzîkê balê dikşînin ser xwe. Dema ku mirov dikeve hindirê van dikanan de, mirov li rastî bi dehan cûr amêrên xweşik yên muzîkê tê. Ev amêr bi têkelbûna dengên hunermendên wekî Mihemedî Mamlê, Mezherî Xaliqî, Ednan Kerîm û gelek hunermendên din ku ji nava dikanan bilind dibin rengekî cûda didin nava vê bazarê. Mirov dixwaze bi berdewamî guh bide dengên van hunermendan û li van amêrên mezîkê bixe.

Ev bazar ne tenê ji ber amêrên mezîkê bi navûdeng bûye, ji ber ku xwediyên van dikanane ne tenê firoşkarin, di heman demê de her yek ji wan mûzîsyen in û bi awayekî profesyonel li van amêrên mezîkê dixin. Ji ber wê jî gelek caran jêre tê gotin bazara henermendan.

Arî Fewzî Asfî, yeke ji xwediyê dikanên amêrên mezîkê ye. Arî diyar kir ku wî li gel birayê xwe yekem car dikana amêrên muzîkê li vê bazarê vekiriye. Herwiha Arî got, li vê derê ne tenê Kurd serdana wan dikin, gelek xelkên biyanî wek Ereb, Tirk, Fars û Inglîz tên û di nava vê bazarê de digerin.

Li gorî Arî diyar dike, ew kesên biyanî ku tên nava bazarê digerin hemû kesên mûzîsyenin, tên demek li van amêrên muzîkê dixin û demekî xweş derbaz dikin.

Ev bazara muzîkê mirov dikare wekî yek ji cihên xweşik yên bajarê Silêmanî binav bike, ji ber ku hertim di nava vê bazarê de huner û hunermend hene. Ev jî dewlemendiyekî ya bajêr e.

ROJNEWS