Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 16ê Mijdarê 2018 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî sernûçeyên xwe pêşkêş bikin.
&- Rayedarên Dewleta Tirk, serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, îro jî bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.
&- Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Îmraliyê, ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
&- Fermandariya Sewk û Îdarê ya Herêmên Parastina Medya, diyar kir ku Artêşa Tirk a dagirker ku darbeyên giran dixwe, serî li nûçeyên derew dide.
&- Dîwana Edaletê ya Ewrûpa diyar kir ku biryara Yekîtiya Ewropa li ser argumentên kêm qedexeya PKKê daye.
&- Operasyona hêzên artêşa tirk a dagirker ên li herêma Bagokê û navçeya Amed Lîceyê berdewam dike.
&- Walitiya Amedê çalakiyên ji bo Leyla Guven qedexe kirin.
niha jî berfirehiya nûçeyên me….