Rejîma AKP’ê qedexeya 30 herêmên li Colemêrgê yên bi hinceta ‘Herêmên Ewlehiya Taybet’ îlan kirî, 15 roj din jî dirêj kir.
Li Colemêrgê û navçeyên wê 30 herêm heta 15 rojan bi hinceta “ewlehiyê” careke din wekî “herêma ewlehiya taybet” hatin îlankirin.
Walîtiyê di daxuyandiya xwe de diyar kir ku girêdayî navenda Colemêrgê û navçeyên wê Şemzînan, Çelê û Geverê 30 herêm ji 20’ê Mijdarê heta 4’ê Kanûna 2018’an hatine qedexekirin.