Ebdulkerîm Umer hejmara DAIŞ‘iyên biyanî yên li gel QSD‘ê eşkere kir û diyar kir ku QSD‘ê pêşî li gelek êrîşan girt ku çeteyên DAIŞ‘ê hewl dida li Ewropayê pêk bînin.

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Umer têkildarî çarenûsa çeteyên DAIŞ‘ê yên li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji ajansa ANHA‘yê re axivî. Ebdulkerîm Umer di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di pêngavên QSD‘ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek çeteyên DAIŞ‘ê hatin girtin, di nav de 795 biyanî ne, her wiha 584 jî hevjînên wan ên biyanî ne û hezar û 248 jî zarok in.

Dewletên cîhanê ji berpirsyariyê direvin

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got welatên DAIŞ‘iyên biyanî ji erka wergirtina welatiyên xwe direvin da ku wan ji welatê xwe dûr bixin û li herêmên di bin serweriya QSD‘ê de dihêlin.

Ji bo vegera çeteyên biyanî hevdîtin hene

Umer di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtinên wan bi rayedarên dewletên DAIŞ‘iyên biyanî re yên ku niha li gel QSD‘ê ne û hin rêxistinên navdewletî û wiha anî ziman: “Me gelek hevdîtin û nîqaş bi gelek dewletan û Rêxistina Heyva Sor a Navdewletî re kirin. Armanca me ji vê ew e ku civaka navdewletî erka xwe bi cih bîne û çeteyên li gel Hêzên Sûriya Demokratîk vegerînin welatên wan.”

Ebdulkerîm Umer destnîşan kir ku dema lêpirsîna bi çeteyên DAIŞ‘ê re diyar bû ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêşî li gelek êrîşan girt ku çeteyên DAIŞ‘ê hewl dida li dewletên Ewropayê pêk bîne, lewre pêwîst e dewletên biyanî erka xwe ya li hemberî Hêzên Sûriya Demokratîk pêk bîne û çeteyan wergire.

Umer her wiha anî ziman ku di hevdîtinên bi dîplomatên Amerîkayê re pêşiyara lidarxistina konferans an kongreyeke navdewletî an jî avakirina dadgeheke navdewletî ji bo çareserkirina pirsgirêka DAIŞ‘iyên li gel Hêzên Sûriya Demokarîk hatin kirin. Umer destnîşan kir ku ev pêşniyar li ber nîqaş û lêkonînê ne.

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hebûna hejmareke mezin a çeteyan li herêmê ji bo dewletan xetereyeke pir mezin e, ji ber ku fikrê teng hîna bi dawî nebûye, ji ber vê yekê pêwîst e dewletên cîhanî li hember vê pirsgirêkê bisekinin û welatiyên xwe pêşwazî bikin.