Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê îro bi merasîmekê yekemîn dibistana amadehiyê ya pîşesaziyê ya girêdayî desteya herêma Cizîrê bi beşdarbûna bi sedan xwendekaran û hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Semîra Hac Elî û hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakurê Sûriyeyê Nesrîn Doko hate vekirin.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hac Elî bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: “Vekirina vê dibistanê serkeftineke mezin ji bo me û şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye.” Semîra tekez kir ku mamoste û xwendekar û Desteya Perwedeyê bi hev re wê serkeftinên mezintir pêk bînin û dibistana ku li ser asta herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyeyê ye, bi pêş bixin.
Endama rêveberiya dibistana amadehiyê ya pîşesaziyê Welat Ferman jî wiha got: “Piştgiriya mamosteyan, xwendekar û şêniyan hişt ku em bigihîjin vê merheleyê, dê ev xwendekar pêşerojê bi çand û zanîna xwe ronî bikin.”
Paşê xwendekarên pîşesaziyê şanoyek li ser girîngiya dibistana pîşesaziyê û komediyek bi navê Alava Derewan pêşkêş kirin. Merasîm bi vekirina dibistanê û gerandina govendê bi dawî bû.