Zayîn an jî bûyîn tê wateyên mîna vekirina çavê xwe ya li jiyanê, çêbûn, varqilîna li rastiyê, destpêkirina ji nû ve û hwd. Ji bo civaka Kurdistanê jî damezirandina PKK’ê tê van wateyan.
Bêguman beriya PKK’ê jî kurd û Kurdistan hebûn. Lê ev, kurd û Kurdistana beriya PKK’ê bûn. Ev gelekî wisa bû ku bi hezaran salan di bin desthilatdariya mêtigeriyê de her tim êrîşên qirkirinê li ser çêdibûn; ji diyarkirina pêşeroja xwe dûr bûn û her tim di nav mercên herî zor û zehmet de jiyana xwe berdewam dikirin. Bi taybetî jî sepandina jiyaneke xerab a di bin nîrê dagirkeriyê de ya li ser gelê kurd a ji sed salî zêdetir, di çar yeka sed salê ya dawî de hîn zêdetir bû. Vê serdema ku em dikarin wek serdema zordestiya dewleta qirker û mêtinger a TC’ê bi nav bikin, navê kurd û Kurdistanê hat qedexekirin û ji kurdan re ji xeynî vebijêrka ‘Hezkirina ji dijmin/celadê xwe’ tu tiştek nehatibû hiştin. Heta damezirandina PKK’ê jî tişta ku li ser rastiya kurd û Kurdistanê hatibû sepandin, ji vê rastiyê bi wêdetir ne tu tişt bû.
Damezirandina PKK’ê, ji dîroka derbejêr a di eleniya gelê kurd re got bes û bi vê kir ku kurd çavên xwe li jiyanê ji nû ve vekin û li rastiya xwe varqilin. Yê ku ev pêk anî û bi ser ket jî di salên 1970’yan de Rêber Apo bû. Rêber Apo di salên 1970’yan de gihîştibû hişmendiya rastiya kurd û Kurdistanê. Lê belê ji anîna ziman a vê rastiyê re wêrekiyeke mezin lazim bû. Gotin di cih de be bi gotineke gel divê ‘dilekî ji pola’ hebûna. Bi Rêber Apo re ev hebû û ji komeke hevalê xwe ku li dora xwe kom kiribû re li bendava Çubukê ya li Enqereyê di civînekê de vê rastiyê gotibû. Lê piştî ku vê rastiyê dibêje jî li dora wî ji kesekî pê ve kes namîne. Dîsa Rêber Apo bi serê xwe dimîne û di rêya xwe de dimeşe. Lê Rêber Apo ne mecbûr bû ku bi serê xwe bimeşe. Hin kesên din ku tev li civîna Çubukê nebûbûn hebûn. Hakî Karer û Kemal Pîr jî di nav van de bûn. Ev heval bi Rêber Apo re îradebûn û raman û kiryarbûnê bi pêş xistin û bûn xwedî ruhekî hevpar. Di rastiya xwe de tişta ku ber bi damezirindina PKK’ê ve bir jî ev rastî bû.
PKK wek encamek vê rastiyê, di serê salên 1970’yan de tovê xwe reşandin û di civîna ku navbera rojên 25-27’ê Mijdarê 1978’an pêk hat de li gundê Fîsê yê girêdayî navçeya Licê ya Amedê biryara damezirandina xwe dabû. Damezirandina PKK’ê di dîroka kurd û Kurdistanê de destpêka serdemeke nû ye. Avabûna PKK’ê li hemberî pêkanînên qirker û mêtinger ên heta vê demê lihemberderketineke rêxistinkirî, rabûnaserxwe û diyarkirina pêşeroja xwe ye. Di heman demê de diyarkirina bikaranîna mafê xwe yê rewa ya li hemberî şerê qirkirinê yê TC’ê ye.
Ev yek ji bo Kurdistanê bûye destpêka pêvajoyeke dîrokî ya nû û ragihandina vê pêvajoyê. Çawa ku Medî ku weke pêşiyên kurdan tên naskirin, bi destpêkirina yekemîn tevgera welatbûna Welatê Medan – Medya – ji bo kurdan pêvajoyeke nû dabe destpêkirin, damezirandina PKK’ê jî di dîroka Kurdistanê de pêvajoyeke duyemîn a stratejîk da destpêkirin. Li hemberî Kurdistana mêtingeh û gelê Kurdistanê yê ku dihat xwestin ku bi qirkirinan ji dîrokê bê rakirin, bû derfeta rabûna ser pêyan. Bi vê yekê re jî gelê Kurdistanê got ‘ez jî heme û dijîm.’
40’emîn salvegera damezirandinê ya ku dê di rojên pêş de bê pêşwazîkirin û 40 salên dawî yên PKK’ê, vê rastiyê tîne ziman. Di nava 40 salên dawî de Kurdistan û kurd ji rastiya welat û gelê ku ‘nav û zimanê’ wî qedexe, hatiye derxistin. Di nava 40 salên dawî de êdî kurd û Kurdistan bi nasnameya xwe ya nû hat naskirin û bi vê rastiyê hat qebûlkirin. Di nava vê pêvajoyê de ruhekî nû li Kurdistanê teşe girt û veguherî rastiya gelekî ku bi feraseta neteweya demokratîk bingeh girtî.
Lê ev yek ji ber xwe ve, bi gotinên ‘Me PKK damezirand’ re pêk nehat. Li Kurdistanê çend kesên din jî partî, rêxistin û hwd. hatibûn damezirandin. Heta ku em dikarin bibêjin derfetên di destê wan de ji yên PKK’ê bêhtir bûn. Lê dev ji zindîrkirin û rakirina ser pêyan a rastiya kurd û Kurdistanê berde, van kesan nekarî xwe bi xwe jî li ser pêyan bihêlin. Tenê yên ku karîn vê bikin, PKK a ku bi pêşengiya Rêber Apo li dijî dewleta mêtingeh a TC’ê, di hemû şert û mercan de têkoşiyayî bû. Ev yek jî bi berdelên mezin pêk hat. Di nav de Hakî Karer, Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, M.Hayrî Durmuş, Mehmet Karasungur, Mahsum Korkmaz û Sakîne Cansiz jî, ev serkeftin bi saya şehadeta bi dehhezaran kesan pêk hat.
Di vê wateyê de, damezirandin û têkoşîna PKK’ê ku tê wateya vejîna duyemîn a Kurdistanê, di encama êş û elemên mezin de pêk hatiye. Niha jî heman êş berdewam in. Rêber Apo li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de tê girtin. Êrîşên qirkirin û mêtingeriyê di asta herî bilind de, di asta wehşetê de berdewam in û her ku diçe jî girantir dibin. Lê li hemberî van êrîşan, berxwedan û lihemberderketina mezin û bi wate ya gelê kurd jî berdewam dike û sancoyên mizgîniya AZADIYA ku li ber zayînê ne.
Cûmalî Dogan