Komek parlamenterên jin ên HDP’ê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji avahiya HDP’ê ya Amedê dimeşin ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Parlamenter dê li vir daxuyaniyê bidin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê di 8’ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kiriye û çalakiya xwe berdewam dike. Komek parlamenterên jin yên HDP’ê ku di navde Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Parlamentera HDP’e ya Amedê Saliha Aydenîz jî heye ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a KCD’ê Leyla Guven ji avahiya HDP’ê ya Amedê meşiyan girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku Leyla Guven lê girtî ye.

Koma parlamenteran dê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.