Li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê salvegera 40. a damezradina PKK’ê bi şiyara ‘Piştgiriya ji bo Efrînê’ hate pîrozkirin. Nêzî 1500 kes tevlî pîrozbahiyê bûn.

Polîsên sivîl ên herêma Hîldesheîmê hewl dan bikevin hundirê salonê û provokasyonê bikin. Lê Kurdistaniyan destûr nedan.

Di pîrozbahiyê de peymana Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi rêya sînevîzyonê hate nîşandan. Piştre sînevîzyona ji aliyê Fadil Donma ve hate amadekirin, hate nîşandan.

Wekî din, Binev, Bengî Agirî, Koma Volana Şoreşê, Celeviz, Dimlî Amed, Egîd Şengalî, Jiyan Qamişlo, Bavê Ronî, Ciwan Çewlig, Koma Rêdûr û Govenda Bakurê Elmanyayê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî li ber sirûdê ketin hundirê salonê.

Her wiha Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê, tevî rêxistinên çep ên Trikiyeyê û dostên xwe yên Awûstûryayê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Pîrozbahî li salona konserê ya VHS’ê pêk hat û nêzî hezar kes tevlî bûn. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kadroyên pêşeng ên PKK’ê û alên PKK, KCK, PJAK, YPG, YPJ û pankart li salonê hatin daliqandin.

Di pîrozbahiyê de komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê hatin şermezarkirin.

Di şevê de ku Koma Rojava derkete ser dikê û sirûd û stran got, nûnerê Koma Sendîkaya Anarşîst jî axivî. Qiseker diyar kir ku ew bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re ne û berxwedana li Kurdistanê bi taybetî ya li Kobanê û Efrînê silav kir.

Siyasetmedara Kurd Nîlufer Koç jî li ser damezrandin û têkoşîna PKK’ê axivî. Koç diyar kir, biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê komployeke duyemîn e û got, “Em ê pêşî li vê bigirin.”

Bi navê MLKP û Komînternê jî peyam hatin xwendin.

Hunermend Denîz Deman, Alî Geçîmlî, Engîn Xelîkan, Welat Kobanê, Koma Rojava, Koma Arîn, Medya Muzîk û Tiyatro Potamîa derketin ser dikê. Koma govendê ya bi navê Koma Raperîn jî govenda Kurdî pêşkêş kir. Di şevê de sînevîzyonek jî li ser wateya rojê hate nîşandan.