Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku endamê wan ê nasnav Elî Xebat, dema ku li bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo bi erka xwe radibû, qezayeke trafîkê kiriye û di encamê de şehîd bûye. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

“Hevrêyê me Elî Xebat dema li bajarê Dêrîkê bi erka xwe radibû, di 15’ê Mijdarê de di encama qezayeke trafîkê de şehîd ket.

Hevrê Elî Xebat li başûrê Kurdistanê, bajarê Hewlêrê ji dayik bû. Piştî şoreşa Rojava dest pê dike, ew jî wek ciwanekî Kurd erka xwe dibîne ku tev li nav şoreşê bibe û rola dikeve ser milê wî di parastina gel û welatê xwe de pêk bîne. Li ser vê bingehê derbasî rojavayê Kurdistanê dibe û cihê xwe di nav refên YPG’ê de digire. Bi vê biryar û hestê heya dawiyê têkoşînê dimeşîne.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Elî Xebat
Nav û Paşnav: Bawer Cewher
Navê Dayikê: Bexal
Navê Bav: Beroj
Cihê Jidayikbûnê: Hewlêr
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik / 15 Mijdar 2018”