Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 23ê Mijdarê 2018 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja bûltena me ya rojê dest pê dike, niha jî çend ser nûçeyên me..
&- Rayedarên Dewleta Tirk, îro jî bi behaneyên pûç û ne rast serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.
&- Malbata Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Girtigeha Imralî, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwazî kirin ku biçin Imralî û hevdîtina bi xizmên xwe re pêkbînin.
&- Şingaliyan li dijî tecrîd kirina Rêber Abdullah Ocalan bertek nîşan dan, daxwaza azadiya Rêber Ocalan kirin.
&- Çavdêrên siyasî dan xûyakirin ku wê bi biryara Emerîkayê re xebata PKKê raneweste.
&- Navenda Ragihandina HPGê, dazanîn ku hêzên Gerila, li Îdîr û Colemêrgê li dijî hêzên Artêşa dagirker çalekî pêkanîn, 2 kontrayên Artêşa Tirk hatin kuştin, kontrayek jî birîndra bû, îro jî HPGê daxûyanî da û diyar kir ku wan li Sîdekanê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîne.
&- Nivîskar û mamostayê zanîngehê got ku biryara Dîwana Edaletê ya Ewrupa ya di derbarê PKK’ê de girînge, divê heman helwest li welatên Ewrupa belav bibe.