Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû di gotara xwe ya vê hefteyê de li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê, wateya biryara DYA’yê ya li dijî rêveberên PKK’ê û piştgiriya wê ya ji bo Tirkiyeyê nirxand.

Karasû diyar kir, gelên cîhanê, rewşa aborî, civakî, çandî, ramanî û siyasî sîstema ku di 1. Şerê Cîhanê de li Rojhilata Navîn ava bû, êdî nema qebûl dike û got, “Berjewendiyên hêzên emperyalîst, Tirkiye û netewe dewletên din bi qasî dema 2. Şerê Cîhanê nema li hev tên.”

TIRKIYE POLÎTÎKAYÊN SEDSALA 20’AN LI SER HERÊMÊ Û CÎHANÊ FERZ DIKE

Karasû ragihand, zemîna dîrokî, civakî, aborî, çandî, ramanî û siyasî ya têkilî û tifaqên pergala sedsala 20’an bi giranî ji holê rabûne û wiha dewam kir: “Ji ber vê yekê nepêkane ku sîstema sedsala 20’an a Rojhilata Navîn weke xwe bidome û Kurd bên qirkirin. Eger polîtîkayeke ku li rastiyên dîrokî û civakî nayê bê meşandin, ev ê ji destpêkê ve rê li ber xitimîn û binketinê veke. Ya ku niha Tirkiye li ser Rojhilata Navîn û cîhanê ferz dike, ev e.”

Karasû anî ziman, Tirkiye bi rêya gef û şantajê li ser DYA û Ewropayê ferz dike ku destekê bidin polîtîkayên wê yên sedsala 20’an û qirkirina Kurdan û got, “Dibêje, mîna sedsala 20’an dikarim bibim doqikê emperyalîzmê yê li Rojhilata Navîn. Bi kurtasî dibêje, bila sîstem, statukoya sedsala 20’an li Rojhilata Navîn ava bûye neguhere. Lê belê ev daxwaza ku Tirkiye ferz dike, li rastiya Rojhilata Navîn û cîhanê nayê.”

Karasû bi dewamî got, “Lê belê DYA bi biryara xwe ya dawî ya li dijî rêveberên PKK’ê re nîşan dide ku ji bo dewleta Tirk li Rojhilata Navîn were bikaranîn, bi feraseta sedsala 20’an tevdigere. Rêveberiya Trûmp bi vê biryarê re polîtîkaya Îngilîstanê ya sedsala 20’an ku qirkirina Kurdan jinedîtî ve hat û piştgirî dayê, didomîne. Ev biryar biryareke qirkirinê û dijminatiya li Kurdan e. DYA bi vê polîtîka û biryara xwe re bûye parêzvanê dijminên azadî û demokrasiyê, bûye piştevanê kevneperestî û paşverûtiya li cîhanê. Ev yek tê wê wateyê ku dixwaze tengaviya kapîtalîzmê bi rêya welatên herî faşîst û paşverû yên cîhanê çareser bike. Lê belê ev polîtîka wê tengaviyê ji holê raneke, berevajî wê girantir bike. Yên ku dixwazin pirsgirêkên aborî, civakî, siyasî û çandî yên li cîhanê bi hêzên siyasî û desthilatdariyên despot û faşîst çareser bikin, wê mîna wan hêzan têk biçin. DYA bi vê piştgiriya ji bo Tirkiyeyê re, li Rojhilata Navîn rê li ber şer û kaposeke nû ku dikare bibe sedema têkçûna wê, vekiriye.”

PIŞTGIRIYA JI BO DEWLETA TIRK A KU DAÎŞ’Ê XWEDÎ DIKE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû ragihand, têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê nîşan da ku Tirkiye çiqasî welatekî paşverû û dijminê demokrasiyê ye û wiha dewam kir: “Tirkiye li dijî azadî û demokrasiya li Rojhilata Navîn e. Tirkiye zane ku dema demokratîkbûn pêk were wê Kurd jî azad bibin, lewma li dijî demokratîkbûna li Sûriye, Iraq û Îranê ye. Ji ber vê yekê ye, naxwaze li Sûriyeyê destûreke bingehîn a demokratîk ku wê pirsgirêka Kurd çareser bike, pêk were. Ji Sûriyeyê re dibêje, ‘eger tu di destûra bingehîn de cih bide Kurdan, ez ê bibim dijminê te’.

DYA’yê bi piştgiriya xwe ya ji bo welatekî bi vî rengî, karaktera xwe ya bê exlaq, bê wijdan, bê edalet û dijminê Kurdan nîşan daye. Berê xwe ji Kurdan dizîvirîne ku têkoşîna herî xurt li dijî DAÎŞ’ê dike û destekê dide Tirkiyeyê ku bi salan têkilî bi DAÎŞ’ê re dayî, DAÎŞ xwedî kir û piştgirî dayê. Gelan careke din dîtin ku DYA dewleteke durû ye û bawerî bi têkiliya pê re nayê. Di têkiliya xwe de pîvan û nirxekî însanî nîne. Tenê derdekî xwe heye, ew jî berjewendî ye. Ji ber vê yekê têkiliyên herî gemarî datîne. Bi hêzên faşîst û dijminê mirovahiyê re tevdigere. Ji xwe ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo DYA’yê dibêje, ‘DYA tifa xwe jî bê berdêl nade kesî’.”