Qedexeya li ser PKK’ê ku dewleta Elman 26’ê Mijdara 1993’yan ragihandî heftiya were wê bikeve sala 25’an. Têkilî ziyana ku qedexeyê li Kurdên welêt û li demokrasiya Elman konferans û bername têne organîzekirin. Ji ber salvegera 25’an a qedexeyê li paytext Berlînê 1’ê Kanûnê bi navenda Elmanya wê xwepêşandeneke girseyî were kirin.

Meş û mîtînga ku bi banga hevpar a gelek saziyên civaka sivîl, zanyar, parêzerên mafê mirovan, akademîsyen, hiqûqnas, parlamenter û nûçegihanan hatî organîzekirin, bi navê ”Daxwaza azadiyê nikare were qedexekirin- li dijî yasaya polîsan, qedexeya li ser PKK’ê û nîjatperestiyê têkoşîn” were kirin.

”SIYASETA LI SER KURDAN TÊKILIYA XWE BI NÎJATPERESTIYÊ HEYE’

Tê payin ku endamên partiyên siyasî, nûnerên sendîkayan, femînîst, komên çepgir ên cuda û antîfaşîst devlî meşa 1’ê Kanûnê roja Şemiyê bibin, ku saet 12.00’an li navenda bajarê Berlînê, ji cihê Nneptunbrûnnen a Aleanderplatzê dest pê bike. Komîteya Amadekar ku ji ANF’ê axivî, diyar kir haziriyê xwepêşandanê hatine temamkirin û bang li hemû alîgirên demokrasiyê kir ku 1’ê li Berlînê bin.

Komîteyê diyar kir qedexeya li ser PKK’ê, nîjatperestî û yasaya polîsan ku niha hikûmet dixwaze derxîne, li derdorên çepgir ên Elman rojeveke aktuel e û got, ”Mixabin ku çepgiriya  Elman bûyer û diyardeyan bi rengekî cuda ji xwe re dike rojev. Em dibêjin divê em vê bişkînin, divê em bi rengenî berfireh li wêneyê binerin û bi hev re li dijî qedexeya li ser PKK’ê, nîjatperestiyê û yasaya polîsan têbikoşin.”

”ELMANYA YASAYÊN XWE JI TIRKIYÊ DISTÎNE’

Komîteyê di daxuyaniyê de got li hêlekê li nav gelê Elman dilxwazên PKK’ê zêde bûne, li hêla dî jî dewleta Elman bi rejîma dîktator a dewleta Tirk re hevkariya xwe qewîntir dike û diyar kir her sê mijar bi hev re xwedî hevkariyeke dîrokî ne. Komîteya Amadekar diyar kir dema ku qedexeya li ser PKK’ê hate danîn, demeke wiha bû ku li rasta şikestina navbeyna du Elmanyaya hat û bi berdewamî got:
”Wê demê li Elmanyayê pêleke netewgiriyê hebû û kampên iltîcayê ji hêla Naziyan ve dihate şewirandin, mirov dihatin kuştin. Niha jî em bi rewşeke wiha re hevrû ne ku ji wê demê kambaxtir e.

Partiya rastgir a populîst a radîkal AfD geş dibe û li welêt siyaset ber bi rastgiriyê ve diçe. Êrîşên nîjatperest û antîsemîtîk her ku diçe zêde dibe. Her wiha hikûmet dixwaze yasayên tund derxîne.
Em yasaya polîsan ku hewl tê dayin were derxistin jî wiha fêhm dikin. Heke yasaya nû were qebûlkirin, mirov bi gumanekê, heta ku wan derxînin ber dadgehê dikarin heftiyekê destgîrkirî bimînin. Em vê yasayê ji Tirkiyê nas dikin. Li wir jî yên ku li dijî desthilatdariyê ramanên xwe aşkere dikin, alîgirên aştiyê têne krîmînalîzekirin. Li vir bêyî ku bingehek yasayî hebe polîs sembolan qedexe dikin.”

‘YASA NAHÊLE KU MIJARA KURD WERE GOTÛBÊJKIRN’

Komîteyê diyar kir di sedan dozî de ku li Elmanyayê li ser siyasetmedarên Kurd û aktîvîstan vebûyî çi delîleke ku bibe sûc nehatiye dîtin, tenê bi hinceta qedexeya li ser PKK’ê ev doz hatine vekirin û got, ”Qedexe, bi rengekî vekirî nahêle ku pirsa Kurd were gotûbêjkirin. Bi taybetî ji ber ku PKK’ê Êzîdî ji ber qirkirina DAÎŞ’ê rizgar kir, li nav gelê Elman dixwazên PKK’ê zehf bûne. Her wiha PKK ji ber ku li dijî dîktatoriya Erdogan li ber xwe dide meyla bi ser PKK’ê ve heye. Heke em zelal bibêjin, li gorî van mirovan PKK ne rêxistine terorê ye.”

Komîteyê diyar kir, li gel dilxwaza gelê Elman a li ser PKK’ê jî, hikûmeta Federal sembolên PYD, YPG-YPJ’ê jî bi çarçoweya qedexeya li ser PKK’ê qedexe kiriye û got, ji ber van sembolan her roj çepa Elman dibe hedef. Komîteyê diyar kir PKK bi daxwaza Tirkiyê hatiye qedexekirin û got, ”Em dixwazin ku ev qedexeya derî aqil di cih de bidawî bibe”.

Ên ku banga xwepêşandanê kirin:

Dr. Gisela Penteker (Berpirsê IPPNW’yê yê Tirkiyê  ), Ulrich Hartig, yazar Dario Azzellini, Heinz Rolle, nivîskar Murat Çakır, Gefangenen-Gewerkschaft / Bundesweite Organisation, Interventionistische Linke, Kampagne TATORT Kurdistan, Feminist Kadın Partisi, Judith Dellheim, Okonomin, Komeleya Azadî, MAF-DAD, Cenî, Professor Peter Ott, Kerem Schamberger, nûçegihan Markus Bernhardt, parlamentera Partiya Çepgir a Thuringenê Kati Engel, Franziska Buchl, Rote Hilfe Derneği, Antifaschistische Aktion LÜneburg, Silvia Hauffe, Heinz Jurgen Schneider, Metin Guler, Axel Oswald, Franz Spindler, Parlamentera partiya çepgir Ulla Jelpke, Jurgen Repschläger, linksjugend’solid Berlin, Dr. Nesmil Ghassemlou, parlamenterê Partiya Çepgir Gokay Akbulut, Berdevkê Partiya Çepgir NRW Inge Hoger, Dr. Nikolaus Brauns, Dr. Norman PAECH, Parlamentera Partiya Çepgir Sylvia Gabelmann, Christian Katz, Dr. Muriel González Athenas, Koma Xebatê ya Komeleya Rote Hilfe , nûçeihan Marcus Staiger, Cuxhaven Komeleya Alîkariyê ya Îltîcayê. 

Her wiha NAV-DEM, YXK’ê, Dostên Tevgera Jinan a Kurd Braunschweîg, Komîteya Hevgirgitina Kurdistananê Kîel, Tevgera Ciawnan a Bonn’ê, kampanyaya femînîst a bi navê ‘Ortak Mucadele”, nûçegihan Jjoachîm Legatîst, Koma Xebatê ya Kîel Rote Hîlfe jî destek dane bangê û gotin ew ê tevlî çalakiyê bibin.