Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan: Encamên sirûştî yên objektîf Rêbertî û PKK neanî heyînê berevajî, ew encamên sirûştî ku PKK anî heyinê, şêwaza Rêber Apo ya fêhmkirinê û veguherandina wê ya ser jiyanê bû.

Yek ji damezirînerê PKK’ê û Endamê Komîteya Rêveber ê PKK’ê Duran Kalkan ji ber salvegera 40’î ya damezirîna PKK’ê ji ANF’ê re axivî.

Kalkan destpêkê got, ”Sala 41’ê ya  PKK’ê, ango Cejna Partiya me di serî de li Rêber Apo, li hemû hevrêyan, li gelê me û dostên me pîroz dikim. Hemû şehîdên me yên leheng ku bi Hakî Karer dest pê kirî û heta bi hevrê Delal, Atakan, Zekî hatî bi hurmet û minet bi bîr tînim. Di sala 41’ê ya Partiyê de, ku ev sala azadiya Kurdistanê ye, serkeftinê ji hemû kesan re dixwazim ku têkoşîna azadî û demokrasiyê didin.”
PKK TEVGERA RÊBERTIYÊ YE

Kalkan bi berdewamî wiha axivî: ”PKK weke ku tê zanîn tevger û partiya Rêbertiyê ye. Partiya şehîdan e. Rêber Apo got, PKK rêxistinî û çalakîbûna bîranîna Hakî Karer e. Me Tevgerê jî, tim me bi rengê tevgera Rêbertiyê dît, nirxand, em tevlê bûn û me hewl da ku em pratîze bikin. Gel, rêbertî û xwe kir yek. PKK ji bo xwe mîna nasnameya xwe dît. Nasnameya Kurdê azad, nasnameya gelê azad, nasnameya welatê azad dît. Got, ”PKK gel e, gel li vir e”. Ji bo ku mirov şertên ku PKK derxistiye holê fêhm bike pêşî divê ev rastî were fêhmkirin. Ango divê mirov zanibe bê ka PKK çiye û ne çiye.”

MIROV NIKARE BIŞIBÎNE PARTIYÊN DIN

Kalkan bal kişande ser resenbûna PKK’ê, destnîşan kir ku divê mirov PKK bi partiyên din re tevlîhev neke, neşibîne partiyên din, di ser wan re mirov PKK’ê newezirîne, nepîve û got, ”Divê mriov nebêje, ji vê hêlê ve hin şert çêbûn; PKK derkete holê û vê jî bi şertên maddî venebêje. Heke wiha were kirin ev ê şaşîtiyek be. Ev wê nefêhmkirina rastiya PKK’ê be.’

ÇIYE PARTIYA RÊBERTIYÊ?

Kalkan diyar kir ku PKK ‘Partiya Rêbertiyê’ ye, xwedî hêlên xwe yên resen e û got, ”Çiye partiya rêbertiyê? Ango PKK li ser masê ava nebûye, bi peyman û lihevkirina hin hêzan ava nebûye. Ev ne tevgera tifaqê ye. Rêber tê maneya ku rê li jiyaneke nû vekiriye, rêyek daye ber me, rêyek nîşan daye. Partîbûyina rêbertiyê, dibêje ku PKK meşa di rêyeke nû de daye ber xwe. Rêyên heyî red kiriye, qebûl nekiriye û ji bo vê jî rêyeke dî ya jiyanê ji xwe re ecibandiye; ji bo civakê, ji bo çewisandiye, kedkaran, karkeran, ciwanan, ji bo gelê Kurd bûneweriyeke cuda û rêyeke jiyana azad hilbijartiye.”

ÇIMA PARTIYAN ŞEHÎDAN E?

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan li ser pênaseya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a, ”PKK partiya şehîdan e” jî got, ”Rêber Apo ji bo PKK’ê got, ‘rêxistiniya bîranîna şehîdan”. Got, rêxistiniya bîranîna Hakî Karer e û şehîd PKK’yî ne. PKK weke hêza zincîra şehîdan pênase kir. Baş e, ev şehîd şehîdên çi bûn? Şehîdên bûneweriya rêbertî, şehîdên rasteqîniya rêbertî bûn. Şehîdên felsefe, îdeolojî û teoriya rêbertî bûn. Bûne şahidê wê ku rastî û xweşikiya wê ji bo takekes û civakê rêya rast a jiyanê ye.”

JI NÛ VE BÛYINA GELEKÎ

Kalkan li ser ‘Bûyina Rêbertî’ got, ”Bûyina bi rengê rêbertî, ji nû ve bûyina wî gelî vedibêje ku dihate xwestin ku were qirkirin, bi rengê xw daweşandinê, li dijî her cure bandorên tineker, bi têkoşînê rizgarbûyina wê vedibêje. Wiha, bûyina rêbertî, bû maneya ku mirovê Kurd û gelê Kurd di şexsê Rêbertî de bûyina bi azadî û vejîna wê vedibêje.”

GEL, PKK JI BO XWE MÎNA NASNAMEYÊ DÎT

Kalkan bi berdewamî got, ”Di şexsê rêbertî de Kurdê azad, jina Kurd a azad, gelê Kurd ê azad çêbû. Ji bo vê jî gel PKK ji bo xwe mîna nasnameyê dît. Got, ”PKK gel e, gel li vir” . Ev pir girîng û watedar bû. Kesî ev bi fikirandinê, bi nîqaşê negot bila ev dirûşma me be. Civakê, li ser bûyina rêbertî û şehîdan hîs kir ku ev meş ji bo wê ev e û derkete meydanan, ev hîs kire dirûşm, qêriya û li dijî hemû dijminan, li dijî hemû êrîşan, bi vê hişmendiyê, bi vê dirûşmê rawestiya, li ber xwe dan. Xwe anî heyinê, xwe parast. PKK ji bo xwe mîna nasname dît.”

RASTEQÎNIYA RÊBERTÎ

Kalkan diyar kir Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji rengê qirkirinê re ya piştî salên 1950’î re gotiye, ”Qikirina Çandî’ û got, ”Ev ne tenê qirkirina çandî bû, qirkirina li ser Kurdan qirkirineke sereke bû. Di nav de qirkirina fizîkî, tinekirin, tehcîr, sirgûn, tertûbelavkirina li cîhanê guherandina demografiyê, di nav Kurdan de bicihkirina civakên din, qirkirina çandî hebû. Ev hemû hebûn. Ev bi rêxistinî û bi plan dihatin kirin.  Ji bo vê divê mirov di nav êrîşa qirker de ya li ser Kurdan li taybetmendiyên rêbertî bigere. Hişmendiya jiyana azad a Rêber Apo, vîn, taybetmeniyên wî, azweriya wî hîsa wî, wiha bi dest xwe re çênebû. Rasteqîniya rêbertî, li dijî qirkirineke wiha hovane û tinekir, tê maneya mirovbûnê, bîrewerbûna bûneweriyê, wêrekiya rêxistinbûyina wê û  çalakîbûyina wê. Rêber Apo bûneweriya xwe tim wiha nirxand. Dema ku mirov li şertan bigere divê mirov ji vir lê bigere.”

ŞÊWAZA RÊBER APO ANÎ HEYÎNÊ

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan li ser şêwaza Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan wiha got: ”: Encamên sirûştî yên objektîf Rêbertî û PKK neanî heyînê berevajî, ew encamên sirûştî ku PKK anî heyinê, şêwaza Rêber Apo ya fêhmkirinê û veguherandina wê ya ser jiyanê bû. Hişmendî, îdeolojî û taybetmendiyên jiyanê yên ku ew şêwan anîn heyinê, ew anî heyinê. Li dij wan rabû. Ji bo vê jî, li wê cîhanê ku li ser nebûna Kurdan hatibû avakirin, bi rengekî azad anîna heyinê ya Kurdan, biteşbûneke nû ferz kir. Niha ji bo vê şoreşa PKK’ê şoreşa azadiyê ya Kurdistanê, ev çend bandorê li Tirkiyê, li cîhanê, li mirovahiyê dike. Têkoşîn her ku kûrtir bû, domdar bû, ev bandor wê zêdetir derkeve holê, wê dijwartir bibe, guherîn û veguherîn wê zêdetir bibe. Tenê wê ne karîgeriyeke sînordar be, wê rê li ber guherîn û veguherînê veke.

Rêber Apo got, heke min civakîbûna Kurdan bi jiyana xwe, jiyana xwe jî bi bûneweriya azad a civaka Kurd re nekiriba yek, min ê nikaribûya van rastiyan bînm holê. Nîşan da bê ka civakîbûyineke çawa vedibêje, bi rengê karakterê ku dayî ber xwe, danî holê. Ev girîng e.

Got, Mirovahî li vir çêbû, civakîbûn li vir çêbû, kokên wan li vir in. Ez li wan kokan digerim, mirovahî li van deran winda bû. Bi ferzkirina qirkirinê ya li ser Kurdan winda bû. Bi azadkirina Kurdan ez mirovahiyê dîsa dibînim, bi azadî tînim heyinê.”