Êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li herêma Hecînê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin têkbirin. Di şer de 20 çete hatin kuştin.
Çeteyên DAÎŞ’ê ji bo pêşî li pêşveçûna şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bigirin, li eniyên bakur û rojavayê Hecînê bi wesayitên bombebarkirî êrîş birin ser nuqteyên şervanan. Hêzên QSD’ê di cih de bersiv dan çeteyan û êrîş şikandin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên leşkerî digire, di şer de herî kêm 20 çete hatin kuştin. Cenazeyên gelek çeteyan jî li qada şer man.