30 endamên Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Sûriyê ya di bin sîwana Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de, duh ji şepêlê veqetiyan û tev li Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê bûn.
Di vê çarçoveyê de endamê ku ji Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Sûriyê Ehmed Îbrahîm veqetiyaye der barê sedemên veqetîna wan ji şepêlê, sedemên ku encûmenê ji ne lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê, rola ENKS`ê di dagirkrina Efrînê de û bêdengiya wê der barê êrîşên li ser Bakurê Sûriyê ji ajansa me ANHA`yê re axivî.
Îbrahîm Ehmed der barê veqetîna wan ji Şepêla Pêşerojê ya Kurd li Sûriyê û tevlêbûna wan li Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê de got 20’ê Mijdarê wan biryar da ku ji şepêlê veqetin û sedem ew e ku rola şepêlê kêm bûye, bi paş de diçe û di aloziyekê re derbas dibe.
‘Biryarên şepêlê ji Tirkiyeyê û başûrê Kurdistanê derdikevin’
Îbrahîm diyar kir ku wan gelek caran hewl da rola ciwanan di nava şepêlê de aktîf bikin lê şepêl ne xwedî biryar bû, hemû biryarên wê ji Tirkiye û başûrê Kurdistanê derdikevin, ji ber wê wî û 30 hevalên xwe biryar da ku bi awayekî fermî ji Şepêla Pêşorejê ya Kurd li Sûriyê veqetin û bi awayekî fermî ji şepêlê istîfa kirin.
Îbrahîm li ser rola meclisê di tişta ku niha şepêl gihîştiyê û sedemên dûrketina ENKS`ê ji kongreya neteweyî ya Kurdistanê got meclisê rola çalakiyên gelêrî û bi taybet çalakiyên ciwanan asteng dikir, ji ber ku fermanên wê ji derve tên.
Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Kesên ku li pey berjewendiyên xwe yên kesayetî dimeşin, ji xwe tev li kongreya neteweyî ya Kurdistanê nabin û xizmeta doza neteweyî ya gelê Kurd nakin. ENKS`ê li Sûriyê tenê çend kes in. Bingeha wê ya gelêrî di nava tevahî gelê Kurd de nemaye. Çend kesên ji salên 50’yî ve ku dibêjin ew nûnertiya gelê Kurd dikin, mixabin di hembêza dewleta Tirk de ne û dibêjin ew nûnertiya gelê Kurd dikin. Heger hûn bi rastî nûnertiya gelê Kurd dikin, li bajarê xwe vegerin da ku em bi hev re nirxandinê bikin û ji bo xizmeta gelê Kurd yek armancê deynin.”
Ji ber hevokekê li ser berxwedana Efrînê ji kar hate sekinandin
Îbrahîm destnîşan kir destê ENKS`ê di dagirkirina Efrînê de heye û li beramberî kiryar û hovîtiya dagirkeran li Efrînê bê deng e. Her wiha Îbrahîm got dema ku wan civîneke xwe li dar dixist, wî çend dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê gotin û destîşan kir ku bi axaftina wî ji bo Efrînê berpirsyarên ENKS`ê hêrs bûn, biryar dan û ew ji kar sekinandin.
ANHA