Endama Dîwana KCD û Parlementera HDP’ê ya Qersê ya berê Mulkiye Bîrtane û Hevseroka Giştî ya Sendikaya Tenduristî û Kedkarên Xizmeta Civakî Gonul Erden di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.
Endama Dîwana Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Qersê ya berê Mulkiye Bîrtanê, serê sibê di serdegirtina malê de hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku Mulkiye birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Hinceta binçavkirina Mulkiye nehat zanîn. Her wiha Hevseroka Giştî ya Sendikaya Tenduristî û Kedkarên Xizmeta Civakî Gonul Erden di serdegirtina malê de hat binçavkirin.