Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 26ê Mijdarê 2018 DUŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me.
&- Sibe 40. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê ye. Kurd vê rojê, wek “cejna vejînê” bi nav dikin û li her qada jiyanê pîroz dikin.
&- Hevseroka Giştî ya HDP’e Pervîn Buldan, li navçeya Stembol Arnawutkoy di civîna gel de axivî û got: Birêz Ocalan xeta gelê Kurd ya sor e.
&- Girtiyên siyasî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, sibê dest bi greva birçîbûnêdikin.
&- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta li ser têkoşîna PKK’ê ya 40 salî axivî û got: Em ê sala 41’ê ya PKK’ê bikin sala serketinê û têkbirina faşîzmê.
&- Salvegera 40’î ya damezrandina PKK’ê li Ewropayê bi şev û şahiyan tê pîrozn kirin.
&- Di operasyonên îro yên qirkina siyasî de li Enqere, Îzmîr, Amed û Bûrsayê, gelek sendîkavan û siyasetmedar Endema KCD Mûlkiye Bîrtane jî di nav de, gelek kes destgîrkirin.
&- Doh evarî, li Rojhilatê Kurdistanê, navçeya Sepolê Zehab ya bajarê Kirmanşanê, bi pîleya 6.5 erdhej çêbû û bandor li Başûrê Kurdistanê jî kir.
&- Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameya 14 şervanên ku di navbera 22 û 23’ê Mijdarê de, di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne eşkere kirin.