Li Şirnexê di saetên danê sibê de bi ser dehan malan de bi hemwextî hate girtin. Li gorî agahiyên hatin girtin, li navenda bajar 8, li Cizîr, 18, li Silopyayê 14, li Hezexê 9 û li Qilabanê jî kesek hatiye girtin.

Hate ragihandin ku kesên bi hincetên ‘Endamtiya rêxistin’ û ‘propagandakirin rêxistinê’ hatine destgirkirin li emniyeta navçeyê ne.