Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî tê de, derbarê 21 parlementeran ‘ji bo rakirina destnedayîna wan’ 43 fezleke hatin amadekirin. 30 fezleke derbarê 12 parlementerên HDP’ê ne û derbarê parlementerên CHP’ê jî 12 fezleke hatin amadekirin.

PARLEMENTERÊN HDP’Ê YÊN KU FEZLEKE LI WAN HATIYE VEKIRIN

Derbarê parlementera HDP’ê Feleknas Ûca 8, Ayşe Acar Başaran 3, Dîlan Dîrayet Taşdemîr 2, Fîlîz Kerestecîoglû 2, Nîmetûllah Erdogmûş 2, Bedîa Ozgokçe, Berdan Ozturk 4, Aynan Bîlgen 1, Îmam Taşçier 4, Garo Paylan 1 û derbarê Mahmût Togrûl de jî fezlekeyek hate vekirin.

Derbarê Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû jî 2 fezleke hatin vekirin. Di heman demê de li parlementerên CHP’ê Ozgur Ozel, Sezgîn Tanrikûlû, Mahmût Tanal 1 û li parlementerên berê yên CHP’ê Mehmet Goker, Okan Gaytanci, Kadîm Dûrmaz, Aykût Erdogdû û Çetîn Osman jî fezlekeyek hatin vekirin.