28ê Mijdarê 2018 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Heyeta KNKê bi endamên Parlemena Ewropayê re rûniştin û parlementeran da zanîn ku ji bo hevdîtinên aştiyê dest pê bikin, divê Abdullah Ocalan serbest were berdan.

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got: Bi Gerilatiya serdemê em ê têkevin sala 41emîn. Em dixwazin, di sala 41emîn a damezrandina PKK’ê de, serdemê bi gavên nû himbêz bikin û gavên nû biavêjin.

&- Hêzên Gerîlla li Îdîrê darbeyên giran li Artêşa Tirk ya dagirker dan, 15 leşker hatin kuştin.

&- Li 11 gund û mezrayên girêdayî navçeya Amed Licê, qedexeya derketina derve hate rakirin.

&- Çalakiya greva birçîbûna li Hewlêrê, di roja 6an de, bi koma sêyemîn dewam dike.

&- Jinên Başûrê Kurdistanê piştgirî dane çalakiya Leyla Guven.

&- Gerîlayên HPG’ê diyar kirin ku, Sala 41’ê ya PKK’ê wê bibe sala azadiya Rêber Apo, gelê Kurd û gelên din.”

&-Hevserokên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), diyar kirin ku armanca danûstandinan, ji bo yekîtiya tevahiya gel û saziyên civakî yên li Suriye ye.

&- Rejîma Faşîzma AKPê di dirêjahiya 16 salan a desthilatdariya xwe de hejmara girtîgehan ji 59 hezarî, derxist 246 hezarî. Rejîma faşîzma AKPê, bi çêkirna girtîgehên nû dixwaze hejmara girtiyan bigîjîne 800 hezarî.

Niha jî berfirehiya nûçeyên me…