Danûstandinên Sûrî-Sûrî di roja duyemîn de didome. Di beşê dawî de semînerek bi navê “Mekanîzmeyên Yekitiya Opozisyona Demokratîk a Laik ” ji aliyê Aldar Xelîl ve hate dayîn. Di semînerê de hin pêşniyarên çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê hatin pêşkêşkirin.
Piştî nîqaşên mijara “Doza jin û rola wê di çareserî û aramiya Sûriyê de” rûniştina dawî Danûstandinên Sûrî-Sûrî dest pê kir. Di rûniştinê de endamê berê yê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl semîner bi navê ” Mekanîzmeyên Yekitiya Opozisyona Demokratîk a Laik” da. Piştî semînereê deriyê nîqaşê hate vekirin.
Aldar Xelîl anî ziman ku Rêjîma Sûriyê bi rêya şerê taybet û sûdwergirtina ji rewşa siyasî û leşkerî ya opozisyonê dikarî heya astekê stratîjiya xwe ferz bike da ku bêghêje herdu aliyan / rêjîm an hêzên Îslamî yên tundraw/ rêjîm heya radeyekê dikarî ber bikeve.”
Xelîl destnîşan kir ku li hemberî hemû pirsigrêkên ku Sûriyayê tê jiyankirin, pêwîstî bi çareseriyên radîkal heye û wiha anî ziman”Projeya demokartîk ku mafê hemû pêkhateyan bûyî cudahî diparêze çareserî ye. Em dikarin bêjin ku netewa demokratîk a ku xwe dispêre bingehên demokartîk, azadî, jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de rêbazê herî guncaw e ku welatiyekî azad bi afirîne.”
Aldar Xelîl her wiha sîstema Rêveberiya Xweser wekî çareseriya demokratîk a hemû dozên etnîkî ye, di nav de doza Kurdî de bi nav kir û got, ev sîstem ji nêzîkatiyên teqlîdî cuda ye û parçebûna beşekê ji dewleta Sûriyê wekî çareserî nabîne û li pey avakirina dewleteke ango dewleteke nîv serbixe navkeve, daxwaza vî sîstemê ji dewleta Sûriyê tenê ew e ku gel bi xwe xwe bi rêve bibe û mafê hemû netew û etnîk mîsoger bike.
Xelîl bal kişand ku sîstema netew dewlet bû sedema aloziyê û parçekirina binsaziya civakî û diyar kir çareserî alozî bi veguhertina ber bi demokratiyeke radîkal û dirust pêkan e.
Aldar Xelîl di dawiyê de hin rêgezên ku pêwîste hêzên Sûriyê li hev bikin da ku bighêjin çareseriya siyasî rêz kirin ji wan:
“-Pêwîste sîstema desthilatdar a navendî bi dawî bibe û sîstema demokatrîk a ne navendî were rûniştandin ku hemû aliyê Sûriyê beşdarî rêveberî û avakirinê bibe.
-Divê şerê li hemberî komên tundaw ên cîhadestî bi hemû navên wê were kirin, li hemberî pirrengiya civaka Sûriyê bi hemû pêkhate, beş, bawerî û mezheb rêz were girtin û yekitiya xaka Sûriyê were parastin.
-Ji van bingehên sereke em dibînin ku divê hêzên Sûriyê yên li ser erdê aktîv in bi hêz tevbigerin û modêla xwe pêşkêş bikin da ku bighêjin formeke hevpar a çareseriyê.”
Aldar Xelîl ji bo pêkanîna xalên hatine rêzgirtin, erk destnîşan kirin ji wan:
“Projeya çareseriyê divê bi hemû aliyên siyasî yên ku bi çareseriya aştiyane ya demokratîk bawerin re were nîqaşkirin da ku bighêjin formaya wî ya dawî.
Divê kongreyeke Sûrî (Kongreya Aştiy û Çareseriya Demokratîk a Sûriyê) bi sponseriya Neteweyî Yekbûyî û beşdarbûna hemû hêzên siyasî, civil û civakî yên bi çareseriya siyasî bawer in were lidarxistin û meclisa wî ji bo demekî were avakirin, di meclisê de divê cihê jin û ciwan hebe. Erka Meclisa Kongreyê ew ku ji bo agirbest, serbestberdana girtiyên siyasî bixebite. Her wiha bi dewletên têkildarî aloziya Sûriyê û rêxistinên navdewletî û hiqûwî peywendiyan çêbike.
Her wiha erka meclisê du komîteyan ava bike. Komîteya yekem erka xwe hunadina destureke demokratîk bi erêkirina hemû gelê Sûriyê, komîteya duyemîn jî mekanîzm û şeklê hilbijartinên giştî li Sûriyê diyar bike.”
Tê payîn ku danûstandinê dê bi encamnameyê bi dawî bibe.