Hevseroka DBP’a Mêrdînê Leyla Bozkûrt, destnîşan kir ku Leyla Guvenê bi çalakiya xwe rêya çareserkirinê nîşan dide û got: “Em bi hevdu re dikarin ji heqê polîtîkayên bêhiqûqî û ne mafdar derkevin.”
Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 25’an de ye. Wê ji bo piştevaniyê di 2-3-4’ê Kanûnê de li Stenbol, Enqere û Mêrsînê û wê di 7-8-9’ê Kanûnê de jî li Mûş, Şirnex û Mêrdînê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê bê lidarxistin. Wê çalakiya li Mêrdînê jî li avahiya HDP’a Qoserê pêk bê. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Eylem Amak û Hevseroka DBP’a Mêrdînê Leyla Bozkûrt bal kişandin ser greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê û ji bo çalakiyê bang li herkesî kirin.
‘GUVEN JI BO AŞTIYÊ BANG DIKE’
Hevseroka HDP’a Mêrdînê Eylem Amak, anî ziman ku çalakiya Guvenê ji bo aştî, demokrasî û têkoşîna jinan çalakiyeke girîng e û bi taybetî divê jin xwedî li vê çalakiyê derkevin. Amak, destnîşan kir ku Guven gavekê li pêşiya wan e û têkoşîn bi pêş ve biriye. Amak, bilêv kir ku Guven bi çalakiya xwe ji bo aştiyê bang dike û got: “Vê yekê jî ji bo gelên Tirkiyeyê dike. Loma xwedîderkertina li çalakiya Guvenê xwedîderketina li aştiyê ye. Parastina aştiyê ye.”
‘DIVÊ XWEDÎ LÊ BÊ DERKETIN’
Amak, anî ziman ku sedema pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî yên li Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê ye û got: “Bi polîtîkaya tecrîdê em bal dikişînin ser polîtîkayên şer, êş, xizanî û birçîbûnê. Leyla Guven ji bo vê yekê tev digere û ev yek pêşvetir biriye. Ev gaveke girîng e û divê xwedî lê bê derketin. Em ê jî di 7-8-9’ê Kanûnê de çalakiya greva birçîbûnê li dar bixin û em ê hewl bidin xwedî li çalakiya Guvenê derkevin.”
‘NAVNÎŞANA ÇARESERKIRINÊ NÎŞAN DIDE’
Hevseroka DBP’a Mêrdînê Leyla Bozkûrt jî destnîşan kir ku Leyla Guvenê ji bo çareserkirinê navnîşan nîşan daye. Bozkûrt, anî ziman ku hevdîtinên bi Ocalan re bên çêkirin wê dawî li pêvajiya şerî bîne. Bozkûrt, bilêv kir ku li Tirkiyeyê civak bi travmayeke aborî û civakî re rû bi rû ye û got: “Daxwaza Guvenê jî ew e dawî li vê travmayê bê. Loma divê xwedî li vê daxwazê bê derketin û bi dengekî bilind bê bilêvkirin.”
Bozkûrt, hevdîtinên berê yên bi Ocalan re dihatin çêkirin bi bîr xist û got: “Pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye. Hevdîtinên di 2013’an de bûn cihê hêviyê. Me ev yek dît. Ger raya giştî dixwaze careke din tiştekî wisa bibîne divê tev bigere. Kesên doza aştiyê dikin bedêlên giran didin. Leyla Guven jî bedena xwe ber bi mirinê ve dişîne û bû namzetê vê bedêlê. Divê em jî berdewama vê yekê bînin. Ji bo vê em bang li raya giştî dikin. Em bi hevdu re dikarin ji heqê polîtîkayên bêhiqûqî û ne mafdar derkevin.”