Profêsora dîroka nûjen û pispora karûbarên Îran, Tirkiye û dozên Rojhilata Navîn Fereh Sabir diyar kir ku tişta ku li Efrînê li ser destên dagirkeriya Tirk rû dide jenosayd e û wiha got: “Divê Erdogan li hemberî pîvanên navnetewî rêzdar be”.

Komcivîna Navnetewî ya der barê qirkirina nijadî û guhertina demografîk li Efrînê de ku niha di rûniştina xwe ya yekemîn de ye, piştî axaftinên David Philipsû Aldar Xelîl kar û xebatên xwe didomîne. Profêsora dîroka nûjen û pispora karûbarên Îran, Tirkiye û dozên Rojhilata Navîn Fereh Sabir diyar kir ku Tirkiye siyaseteke hişk li dijî herêmê dide meşandin û rewşeke nû cûdyî rastiya herêmê çêdike.

Profêsor Fereh Sabir got ku divê Erdogan li hemberî pîvanên navnetewî û mafên dewletên cîran rêzdar be û diyar kir ku tişta li Efrînê rû dide guhertina demografîk e û ferzkirina siyaseteke nû berûvajî rastiya herêmê ye û biyaniyan li şûna welatiyên resen ên Efrînê bi cih dike.

Fereh Sabir di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Ez dixwazim bêjim ku niha tişta li Efrînê rû dide di aliyê çandî û ziman de jenosayd e. Tirkiye îdîa dike ku ew rewşeke nû bi riya siyaseta xwe ya nerm diafirîne, lê rastiya li ser erdê berûvajî ye û eşkere ye ku Tirkiye li dijî herêmê siyaseteke hişk dide meşandin.”

Bi nêrîna Prof. Fereh Sabir gelek armancên Tirkiyê hene û bi kurtasî wiha vegotin: “Armancên Tirkiyê eşkere ne, Tirkiye îdîa dike ku ew hewl dide ewlehiyê pêk bîne, lê li gorî xwe, ji ber ku her kes baş dizane ku herêmên Bakurê Sûriyê yên rizgarkirî ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi aramiya xwe tên nasîn û destwerdana Tirkiyê bû sedema têkçûna aramî û derxistina tevliheviyê ye. Tirkiyê dixwsaze QSD’ê ber bi rojhilatê Firatê ve dehf bide, lê van xetan jî derbas dike û destdirêjiyê li herêmên rojhilatê Firatê jî dike. Tirkiye dixwaze di Sûriya paşerojê de xwedî biryar be û bibe beşekî ji razemeniyên jinûve avakirina Sûriyê û ji ber vê yekê siyaseta xwe li ser herêmê ferz dike. Em dibînin ku Tirkiye bi riya van êrîşên xwe li dijî daxwazan derdikeve û siyaseta tirkkirinê ferz dike.”

Der barê têkliyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de Prof. Fereh Sabir wiha got: “Ev têkliyên wan li ser berjewendiyan hatiye avakirin û Rûsya hewl dide rewatiya rêjîma Sûriyê biparêze. Dagirkirina Efrînê şêwazekî keysbaziya Rûsya û Tirkiyê ye. Rûsya rê ji Tirkiyê re vekir da ku herêma Efrînê dagir bike da ku serweriya rêjîmê ber bi Idlibê ve fireh bike.”

Prof. Fereh Sabir got ku armanca Tirkiyê ji têkliya xwe bi Waşintonê re ew e ku riya hevkariya leşkerî û siyasî ya Amerîka ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li pêşiya gelên Bakurê Sûriyê bigire.

Profêsora dîroka nûjen û pispora karûbarên Îran, Tirkiye û dozên Rojhilata Navîn Fereh Sabir wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îranî xizmeta Tirkan dikin da ku hebûna xwe di Sûriyê de û hêzên rêjîmê biparêzin. Tehran baş dizane ku guhertina rewşan li herêmê dê bandora xwe li têkliyên Tirkiye û Îranê bike.”

ANHA