Endama Komîteya Amadekar a “Komcivîna navdewle ya qirkirina nejadî û guhertina demografî li Efrînê” Cîhan Xelîl diyar kir ku xebatên roja yekemîn a komcivînê li gorî ku hatibû plankirin bi rêve çû û destnîşan kir ku ji ber hin astengiyan hin kesên ji derveyî Sûriyê nedikarî beşdarî komcivînê bibin.

Xebatên roja yekemîn a “Komcivîna navdewletî ya qirkirina nejadî û guhertina demografî li Efrînê” vê sibehê li navçeya Amûdê dest pê kir. Di xebatên roja yekemîn de aliyê siyasî yê qikirina nejdaî û guhertina demografî li Efrînê hate şîrovekirin, divyabû ku mijara duyemîn jî îro hatibe vekirin lê ji ber tengbûna demê dê sibe were şîrovekirin.

Têkildarî rêveçûnê xebatên roja yekemîn a komcivînê Endama Komîteya Amadekar Cîhan Xelîl ji ajansa ANHA re axivî.

Cîhan destnîşan kir ku roja yekemîn a komcivînê li gorî hatibû plankirî bi rêve çû û destnîşan kir ku ji ber hin astengiyên ku ser sînorê Başûrê Kurdistanê derketin hin beşdarên ji derveyî Sûriyê nedikarî beşdarî komcivînê bibin, ev yek heya astekê bandorek li ser nîqaşên komcivînê kir.

Cîhan Xelîl her wiha diyar kir mijara duyemîn a komcivînê divyabû roja yekemîn hatiba nîqaşkirin, lê ji ber ku rûniştina yekem a bi mijara aliyê siyasî girîng û dewlemend mijara duyemîn dê sibe were vekirin.

Tê payîn ku roja duyemîn a komcivînê dê sibe saet 09:00‘an de dest pê bike.