Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 05ê Kanûnê 2018 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja bûltena me ya rojê dest pê dike. Weke her can niha jî çend ser nûçeyên me…

&- Rayedarên dewleta Tirk, îro jî serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Îmraliyê asteng kirin

&- Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di civîna koma partiyê de got: Ocalan ew lîder e ku wê çarenûsa Rojhilata Navîn biguhere.

&- Kongreya Civaka Demokratîk ya Kurdên li Ewropa (KCDK-E) bang li Kurdistaniyan kir ku li her derê, bi xurtî tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bibin û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.

&-DGH’ê ji bo şermezarkirina tecrîdê li Stenbolê febrîqeyek şewitandin

&- Konferansa 15emîn a Kurd ya Navnetweyî, li Parlamena Ewropa, dewam dike.

&- Ji rêveberên MÎT’ê yên di destê HPG’ê de, Aydin Gunel got: Nîzamettîn Taş xwest bi MÎT re partiyeke li dijî PKKê ava bike.

&-Şervanên QSD’ê hezar 200 sivîlên din rizgar kirin

Niha jî berfirehiya nûçeyên me