Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 18ê Kanûnê 2018 SEŞÊM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00

Gûhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çendsernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmralî, îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re bikin.

&- Kurdistaniyên li Ewropa, doh, dîse nobeta “Ji Ocalan re azadî” li Strasbourgê, li ber avaniya Konseya Ewropa û CPT dane dest pê kirin.

&- Li navçeya Amed Hênê polîsek hate kuştin.

&- Bagera Cizîrê, dazanîn ku li Hecînê depoya çekan ya çeteyên DAIŞê, kete destê şervanên QSD’ê

&- Akademîsyen Thomas Jefrey Mîley diyar kir ku berxwedana Ocalan, berxwedana mirovatiyê ye.

&- Xelkê Rojhilatê Kurdistanê jî dest bi greva birçîbûnê kirin.

&- Bi deh hezaran Efrîniyên ku li herêma Şehbayê ne, îro meşek lidarxistin û peyama berxwedanê dan dewleta dagirker.