45 ROJE LI DIJÎ ÊŞENCEYA LI ÎMRALIYÊ LEYLA GUVEN DI ÇALAKIYÊ DEYE
Urf-260615-Leyla-Guven-Kobane-Icin-Degerlendirme-DRA
Ji bo bi dawî kirina êşkenceya li Îmraliyê parlentera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven li girtîgeha Amedê 45 roje di çalakiya greva birçîbûnê deye.
221218-diyarbakir-leyla-guven-avukatlari-aciklama
Rewşa tendirustiya Guven her ku diçe giran dibe.
Parêzerên Leyla Gûven derbarê rewşa muwekîla xwe de li avahiya komeleya mafê mirovan ya Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Li ser navê parêzeran Reyhan Yalçindag daxuyaniyî da û anî ziman ku rewaş Guven kirîtîke.
Reyhan Yalçindag diyar kir ew ji ber rewşa mûwekîla xwe bi fikarin lewra wan serî li Odeya Tabîban a Amedê ye û
ew li benda bersiva bersivê ne.
Her wiha Reyhan Yalçindag têkilî rewşa tendirustiya Leyla Guven jî got:
dyb-17-04-2017-leyla-guven-secim-degerlendirme
Bêgoman em li vir qala jineke ku temenê 55 salî dikin, ango em behsa dayikek û siyasetmedarekê dikin.
Ji ber vê jî em dibêjin ne bi temenekî û rewşeke baş a tendiristiyê ye ku bikaribe piştî 45 rojan ragire.
Divê em careke dî bi bîr bixin. daxwaza wê ne li dijî qanûnê ne ku neyên pejirandin.
dyb-20-04-2017-referandum-degerlendirme-leyla-guven-DRA
Wezîfeya me parêzeran jî ewe ku em qanûn û rêziknayên rayedarên dewletê yên navnetewî bînîn bîra wan, pêwîste peymanên navnetewî yên ku îmzeya wan li ser heye, neyên binpê kirin.
Daxwaza Guven ew e ku dewlet li gorî qanûnên xwe tevbigere.
Di dawiyê de parêzer Reyhan Yalçindag got:
Muwekîla me bi îrade û vîna xwe ev biryar daye, armanca wê jî bi dawî anîna tecrîda li Îmraliyê.
Heya ku parêzer û malbat neçin Imraliyê wê ev çalakî jî dewam bike.