Ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê, Kurdistanî ji gelek welatên Ewropayê hatin qada çalakiyê. Kurdistaniyan gotin, eger rewşeke neyînî ji ber çalakiyê rû bide, wê CPT ji vê berpirsyar be.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, 7 roj li pey xwe hişt. Ji bo piştgiriyê bidin çalakgeran, Kurdistanî ji gelek welatên Ewropayê diçin Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Strasboûrgê. Yek ji kesên ku doh serdana çalakgeran kir, Hevşaredarê navçeya Depê ya Xarpêrtê Bûrhan Kocaman bû. Piştî ku Şaredariya Depê ji aliyê AKP’ê ve hate desteserkirin, Kocaman tevî hevşaredar Cennet Ayik 2’ê Cotmeha 2016’an hatibû girtin û Çileya 2017’an hatibû berdan.

Kocaman piştî ku hate berdan li Elmanyayê bi cih bû. Hevşaredar Kocaman li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan got, “Pêvajoya çareseriya demokratîk ku ji aliyê Birêz Ocalan ve dest pê kir û ji bo hemû gelên Tirkiyeyê bû hêvî, mixabin ji aliyê hikumeta şer ve hate xerakirin. Bi têkbirina vê pêvajoyê re Ocalan hate tecrîdkirin.”

‘DIVÊ EM XWEDÎ LI ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ DERKEVIN’

Kocaman bi bîr xist, piştî ku pêvajo hate qedandin mirov hatin kuştin, gelek bajarên Kurdistanê hatin hilweşandin û wiha dewam kir: “Hevala me Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir. Çalakî hem li girtîgehan, hem jî ji li gelek bajarên Ewropayê dewam dike. Divê CPT ji bo rakirina tecrîdê tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Her kesên ku daxwaza demokrasiyê dikin, ji bo hilweşandina faşîzmê divê li hev bicivin. Em pê bawer in ku ev çalakî wê tecrîdê bişikîne. girîng e em bi briyardarî xwedî li çalakiyê derkevin û bala raya giştî bikişînin ser mijarê.”

‘ÇALAKGER BI BIRYAR IN’

Atîf Ozdemîr ê ji bajarê Saînt-Avold ê Fransayê hatiye serdana çalakgeran, diyar kir ku Ocalan ne tenê lîderê gelê Kurd e, ew lîderê hemû gelên li Rojhilata Navîn e. Ozdemîr ragihand, tecrîd dewama komploya navneteweyî ye û diyar kir, CPT kengî bixwaze dikare wê çaxê dest li tecrîdê werde. Ozdemîr anî ziman, divê xwedî li çalakiyê bê derketin û got, “Em dibînin ku çalakger bi biryar in û eger bi dewamkirina vê çalakiyê re rewşeke neyînî biqewime, wê CPT berpirsyarê vê yekê be. Girîng e gelê Kurd dakeve qadan, dengê xwe bilind bike û ji bo qedandina tecrîdê li her derê xwedî li çalakiyan derkeve.”

Orhan Ateş ê ji bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê serdana çalakgeran dike, anî ziman ku êrîş li dijî gelê Kurd ê li çar parçeyên Kurdistanê ye û got, “Em di demeke welê de ne ku divê her kesên li Kurdistanê rabin ser piyan.”