Hunermenda dengnazik a Kurd Eyşe Şan, li hember kevneşopên civakê ku jinan biçûk dixin, li ber xwe da û bi dengê xwe yê zîz û şilik hat naskirin. Tev li tu akademiyeke hunerî yan jî peymangeheke muzîkê nebû lê belê bi şêwaza xwe ya taybet fêrî hunerê dibe. Ji ber ku bi zimanê kurdî distra, ji aliyekî nîjadperestekî Tirk ve rastî êrîşeke bi kêrê tê.

SILAVA EBDULREHMAN

18’ê Kanûnê salvegera wefata dengbêja Kurd Eyşe Şan e. Eyşe Şan roleke girîng di pêşxistina hunera Kurdî û parastina wê de lîstiye.

Eyşe Şan di sala 1938’an de li bajarê Amedê yê bakurê Kurdistanê di malbatekê de ku ji 6  kesan pêk tê, ji dayik bûye û bi eslê xwe ji bajarê Erziromê ye. Bavê wê Osman Şan e û dayika wê Elîfxan e. Bapîr û dapîrên Eyşe Şanê di dema şerê di navbera Osmanî û Rûsan de ji bajêr koçber dibin û di wî şerî de hejmarek ji endamên malbata xwe winda dike.

Eyşe Şan bi tenê dibistana seretayî dixwîne û zarokatiyeke xembar, di nav malbateke xizan de li taxa Erbedaş di nav sûrên bajarê Amedê derbas dike.

Di nav Kurdan de hunera dengbêjiyê mîna kaniya avê ya bê dawî ye, her tim dizê û çik nabe. Dengbêjên ku li mala wan kom dibûn û tevî bavê wê stranên kurdî yên gelêrî digotin, bandorê li Eyşe Şanê dikin û ew jî di mewlûdan de ji bo jinan qasîdeyan dibêje. Destpêkê Quranê û helbestên olî dixwîne. Li ser wê hunera xwe ava dike û şarezahiya xwe bi pêş dixe.

Piştî ku Eyşe Şan afirîneriyên xwe yên hunerî û hestên xwe yên zîz di warê gotina stranan de nas dike, bi baweriyeke xurt hewl dide li cihên giştî bistrê. Lê malbata wê ya muhafazekar ku bi kevneşopên civakî ve girêdayî ye, li ber hewldana wê dibe asteng. Eyşe Şan bi israra xwe û bi awayekî veşartî di 15 saliya xwe de yekemîn strana xwe tomar dike. Li ser daxwaza malbatê û ji ber kevneşopên civakê yên wê demê, Eyşe Şan bi zilamekî re ku di temenê bavê wê de ye, tê zewicandin. Di gelek mercên dijwar re derbas dibe û tevî keça xwe Yasmîn careke din direve Amedê.

Piştî vegera Amedê rastî nêrîna civakê ya neyînî tê û ji bo ku ji gotinên şêniyan xilas bibe bi zilamekî re ku navê wî Çerkes e, dizewice. Lê ew ji ber meseleyeke xwîndariyê piştî zewacê bi demeke kin tê kuştin. Eyşe Şan di 50 saliya xwe de neçar dimîne ku biçe bajarê Dîlokê û li wir di buroya firotina kartên veguhestina hundirîn de dixebite, di heman demê de ji bo radoyaya Dîlokê stranan dibêje.

Li Dîlokê Eyşe Şan gelek hunermendan nas dike û hunera xwe ji ber hebûna gelek amûrên muzîkê bi pêş dixe û di radyoya Dîlokê de bi zimanê tirkî distre. Lê ji ber ku di dilê Eyşe Şanê de evîna stranên kurdî heye, ji karê radyoyê tê derxistin. Piştî xebata 2 salan di radyoyê de û wefata keça wê ya biçûk a ku bandoreke neyînî li Eyşe Şanê dike, di sala 1961’an de diçe Stenbolê.

Li ser daxwaza hindek hevalan diçe bajarê Mûsilê yê Iraqê û hunermendên Kurd ên di wê demê de navdar, mîna Mihemed Arif Cizîrî û Îsa Berwarî nas dike. Piştre jî diçe Bexdayê û li radyoya Bexdayê çend weşanên hunerî tomar dike. Her wiha li gel dengbêjên navdar mîna Tehsîn Taha, Mihemed Arif Cizîrî, Resûl Kurdî, Gulbihar û Îsa Berwarî şahiyên hunerî li Bexda, Hewlêr, Mûsil û Dihokê li dar dixe.

Ji ber ku Eyşe Şan bi zimanê kurdî distra, ji hêla nîjadperestekî Tirk ve rastî êrîşeke bi kêrê tê, li ser wê ji Stenbolê derdikeve. Piştî ku birînên xwe derman dike, di sala 1972’yan de ji bo ku şahiyan li dar bixe, diçe Almanyayê û li gelek dewletên Ewropayê digere. Lê Eyşe Şan pir li Almanyayê namîne û vedigere Stenbolê.

Piştî zextên giran ên dewleta Tirk, li ser daxwaza hindek siyasetmedarên Kurd di wê demê de Eyşe Şan neçar dimîne ku xwe ji ber çavan veşêre. Di wê demê de gelek rewşên derûnî û fizîkî yên nebaş derbas dike. Tevî wê dîsa jî 3 kasetan bi zimanê kurdî tomar dike, piştî ku di dema Turgut Ozal de sala 1990’î de qedexe ji ser zimanê kurdî radibe. Hindek ji wan stranan; Werin Werin Pêşmerge, Diyarbekir û Newroz in.

Di dirêjahiya temenê xwe de Eyşe Şan serkeftinên mezin bi dest dixe û navdar dibe, heta ku dibe hêjayî leqeba “Xanima Strana Kurdî”. Ji ber ku heta niha tu hunermendeke jin a Kurd nekariya mîna wê bike.

Lê xuya ye ku Eyşe Şan bi giyanê xwe yê tijî hezkirin, evîn û dilê wê yê bi hestên tenik dorpêçkirî bû, li hember mercên dijwar nekarî zêdetir li ber xwe bide û nexweş dikeve. Hunermenda Kurd Eyşe Şan di 18’ê Kanûna 1996’an de jiyana xwe ji dest dide û di merasîmekê de ku ne layîqî hunera wê ye, ji ber binpêkirinên dewleta Tirk ên der heqê gelê Kurd de, bi beşdarbûna hindek şêniyan tê veşartin. Lê mirinê nekarî dengê wê yê zîz ku hîna jî xweştirîn awazan distrê, bisekinîne.

(şx)

ANHA