6 girtiyên jin yên li Zîndana Xarpêtê, 54 roj in di greva birçîbûna bêdem û bê dorveger de ne.

Rewşa tenduristiya 6 girtiyên jin gelek xerab bûye û bi alîkariya hevalên xwe pêdiviyên xwe ya rojane pêktînin.

Berxwedana Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDPê Leyla Guven jî di roja 48’an de ye.

42 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî, 9 roj in di greva birçîbûnê de ne.

Endamên komîteya zîndaniyên PKK û PAJK’ê Eylem Qasim û Pîro Dersim, Ji Radyoya Dengê Welat re axivîn û bi zimanekî hevbeş gotin: Berxwedana li dijî tecrîda li Imralîyê, wê di rojên pêş de, li hemû zîndanan belav bibe.

Eylem Qasim û Pîro Dersim, berxwedana li zîndanan şibandin berxwedana 14’ê Tirmehê û bang li Kurdistanî û hêzên demokrasiyê kirin ku xwedî li têkoşîna zîndanan derkevin.Pêwiste, CPT û Konseya Ewropa, erka xwe bînin cih.