Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 2ê Çile 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 12:00
Guhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…
&- Rayedarên dewleta Tirk, îro jî serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.
&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, kes nikare Kurdan ji nedîtî ve bê û got: Hêzeke ku bi Kurdan re tifaqê neke nikare li Rojhilata Navîn bi ser bikeve
&- Berxwedana Leyla Guven ya li zîndana Amedê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di roja 56’an de dewam dike û Endamê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz, 43 roj in li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan, di greva birçîbûnê de ye.
&- Hunermendên Silêmaniyê diyar kirin ku pêwîste li dijî tecrîdê bêdeng nemînin
&- Êrîşî qereqola sînor hat kirin, leşkerek birîndar bû.
&- Nûnertiya Rojava ya KNK’ê, ji bo rêxistin û partiyên siyasî yên Kurd li hev kom bike, komîteyek ava kir.
&- Parêzerên Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, piştî Dadgeha Îstînafê 4 sal û 8 meh cezayê wî erê kir, seri li Dadgeha Qanûna Bingehîn a Tirkiye dan.