Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro ket roja 62.
Leyla Guven, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 7ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir.
Berxwedana Leyla Guven, di roja 62. de dewam dike û rewşa wê jî pir giran bûye.
Leyla Guven, di berxwedana xwe de bi biryar e û dibêje, “heta encamê bigirim ez ê berxwedana xwe bidomînim”.
Baroya Amedê jî, derbarê rewşa Leyla Guven de daxuyaniyek da û got: Êdî Leyla Guven nikare derkeve hevdîtinan. Li hemberî deng û ronahiyê pir hessas e û bêhal e, bi zorê radibe û dimeşe, axaftina wê jî giran bûye.
Li Hewlêrê jî, Nasir Yagiz, 49 roj in di gireva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.
Çalakiya Îmam Şîş jî, li Brîtanya bajarê Newportê di roja 23mîn de dewam dike.
Li Strasborugê jî, çalakiya Greva birçîbûna 15 çalakgeran di roja 23mîn de berdevam dike.
Li zindanan jî, nêzî 700 girtî, li 120 zîndanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di greva birçîbûnê de ne, ji van jî bêhtir ji 156 girtiyan, di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.
Hejmara girtiyên dikevina greva birçîbûna bê dem û bê droveger de, her roja diçe zêde dibe.