Faşîzma dewleta AKPê, di êrîşa li dijî girtiyên azadiyê û li dijî çelekgerên di greva birçîbûnê de sînoran nasnake.
Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Trabzonê, Tîpê E ye.
Rayedarên Girtîgeha Trabzonê Tîpê E, çalekgerên li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di greva birçîbûnê de, avêtin hucreyan.
Girtiyên bi navê Mehmet Sabrî Yakût û Emîn Seyrek, ji 5’ê Çile ve, li Girtîgeha Trabzonê, Tîpê T, di greva birçîbûna bêdem û bê dorveger de ne.
Lê rayedarên Girtîgehê, her du çalakger, xistine hucreyê û têkiliya wan ji cîhanê qut kiriye.
Girtiyan din diyar kirin ku ji roja hevalên wan kirine hucereyê, ti agahî ji wan nayê girtin.